NAVENDA NÛÇEYAN – Li ser navê girtiyên li girtîgehan Demîz Kaya daxuyaniyek da û aşkera kir ku ew ê 3 rojan, bi awayekê hemwext li tevahiya girtîgehan ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê pêk bînin, dê heftekê dernekevin hevdîtinan û dê bi lêdana deriyan deng derxin.
Li ser navê girtiyên PKK û PAJK'ê yên li girtîgehên Tirkiyeyê Denîz Kaya daxuyaniyek da û bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkera kir ku ew ê 3 rojan, bi awayekê hemwext li tevahiya girtîgehan ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçîbûnê pêk bînin, dê heftekê dernekevin hevdîtinan û dê bi lêdana deriyan deng derxin. Kaya piştrast kir ku dê çalakî di 21'ê Cotmehê roja Şemiyê li tevahiya girtîgehan bi awayekê hemwext dest pê bike.
Di daxuyaniya Kaya de ev tişt hat gotin: "Em baş dizanin ku derbeya AKP-Qesrê di Nîsana 2015'an de dest pê kir. Mutabaqata Dolmabahçeyê û 'Pêvajoya Çareseriyê' tune hat hesibandin, bi girankirina tecrîda li ser Rêbertiya me re ev pêvajo hat dest pê kirin, di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de ev giha asteke nû."
Kaya got ku "Divê demil dest şertên hevdîtinê bên sererastkirin" û divê an parêzer, an ji malbat û heyetê teqes hin kes biçin Îmraliyê û hevdîtinê bi Ocalan re pêk bînin. Kaya destnîşan kir ku ew heta mirinê bi Rêbertiya xwe re girêdayî ne û wiha hat gotin: "Ev rewş fikarên me zêde dike. Rewşa tenduristî û ewlehiya Rêbertiya me ne diyar e. Rêbertiya me ya ku hemû nirxên me yên madî û manewî diyarde dike, em ê heta mirinê xwedî lê derkevin."
Kaya herî dawî da zanîn ku divê demildest hevdîtin pêk bê û bang li gel ji hat kirin ku bi awayekê tupyekun xwedî li rêbertiya xwe derkevin.