STENBOL – Serlêdana parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê cara 697’an jî hat redkirin.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Ebru Gunay, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç ji bo sibê li Girtîgeha Îmraliyê bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin, cara 697'emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Serlêdana ji bo hevdîtinê ya parêzeran cara 697’emîn jî hat redkirin.
Hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê Tîrmeha 2011’an heta niha ev cara 697’an e ku bi hinceta “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL”ê tê astengkirin.