WAN - Malbata ajokarê taksiyê Zefer Ceyhan ê li Erdîşê hat kuştin, derbarê Midûrê Ewlekariya Polîsan Murat Hoş ê di merasîma cenazeyê de heqaret kir û yên beşdarî operasyonê bûn de, serlêdana sûc kir.
Li taxa Sulû ya nevçeya Erdîşa Wanê di 28’ê Îlonê de polîsên hêzên taybet gule li taksiyê raşandin ji 2 kesan bavê 4 zarokan ajokar Zafer Ceyhan jiyana xwe ji dest da. Têkildarî taksiya Zager Ceyhan hîna jî tu agahî ji malbatê re nehatiye dayîn û pareyên li ser Ceyhan dan malbatê. Malbatê, ji bo wesayît û amûrên Ceyhan girin bû sê car serî li midûryeta polîsan didin, lê bi hinceta lêpirsîna dozger amûrên Ceyhan nayên dayîn.
SERLÊDANA SÛC KIRIN
Malbata Ceyhan, der barê bûyer, polîsên ku beşdarî opeyasyonê bûn û heqaretên Midûrê Ewlekariyê yê navçeya Erdîşê Murat hoş ên di dema merasîma cenazeyê li malbatê kir de, serlêdan sûc kir.
ÎTÎRAZ HAT REDKIRIN
Di heman demê parêzer biraya “Veşartinê” ya dosyayê îtîraz kir û Dadgeha Cezayê Sulhê ev îtîraz red kir.