WAN - Qeyûmê Miksê bîrdarî û Parka Miran rûxandin.
Qeyûmê Şaredariya navçeya Miksa Wanê, Parka Komkujiya Miran û bîrdariya dinava wê de ku Şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) avakiribû, rûxand û li şûna wê tabeleya “Qada Şehîdên 15’ê Tîrmehê” daliqand. Rayedarên qeyûmê yên Parka Mîran a di 24’ê Tebaxa 2016’an de hat vekirin, bîrdariya ji bo bîranîna komkujiyê hat çêkirin, bi kepçeyan tar û mar kir.
Li Zozanên Mîran a navçeya Miksa Wanê di 18’ê Tîrmeha sala 1993’yan de 14 jê zarok 24 kes hatibûn qetilkirin.