ENQERE – Polîsan mudaxeleyî çalakiya li Kolana Yukselê kir û 5 kesan bi derpkirinê xist binçavan.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 225’emîn de ye û çalakiya hem ji bo piştevaniya Gulmen û Ozakça û hem jî ji bo vegerin karê xwe ya kedkar jî di roja 345’emîn de didome. Çalakiya “Em karê xwe paş ve dixwazin” di bin dorpêça polîsan de pêk hat.
5 ÇALAKVAN HATIN BINÇAVKIRIN
Çalakvanan xwe li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakiya xwe li dar bixin û polîsan dîsa mudaxeleyî çalakiyê kir. Di mudaxeleya polîsan de 5 çalakvan hatin binçavkirin. Polîsan çalakvanên xist binçavan derp kir. Rojnamegerên xwestin kêliyên derpkirinê bikişînin lê polîs ketin ber dîmenan û asteng kirin.