NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YNK’ê Saîd Ehmed Pîre aşkera kir ku di operasyona ku Hêzên Iraqê û Heşdî Şebî li dijî Kerkûkê pêk anîn, Qasim Silêmanî û Hakan Fîdan jî tê de cih girtine.
Berdevkê Yekitiya Nîştîmanê Kurdistanê (YNK) Sedî Ehmed Pîre li Hewlêr daxuyaniyek da çapemeniyê û agahiyên gelek girîng parvekirin. Pîre destnîşan kir ku Fermandarê Sûpay Quds yê Îranê Qasim Silêmanî û Musteşarê Giştî yê MÎT’a tirk Hakan Fîdan jî bi hêzên Iraqê re di operasyona li dijî Kerkûkê de cih girtiye.
Pîre di daxuyaniya xwe de got ku "Tişta rû daye ji ber referandûmê ye" û ev tişt anî ziman: "Yek ji daxwazên Hikumeta Iraqê ew bû xwest encamên referandûmê hilweşîne. Ev daxwaz jî gelek asteng pêk tê. Berpirsên YNK'ê li ser Kerkûkê li gel berpirsên Iraqê li hev kirin. Di heman demê de paşvekişandina pêşmergeyan jî bi lihevkirinê ve girêdayî bû."
Pîre diyar kir ku tişta li Mexmûr û Şengalê pêk hat heman tişta li Kerkûkê pêk hatî ye û wiha domand: "Biryara Iraqê bû, wan bîrên petrolê yên heya sala 2014'an di destê wan de bû, bigirin. Di operasyona Kerkûkê de Qasim Silêmanî nûnerê Îranê û Musteşarê Giştî yê MÎT’a Tirk Hakan Fîdan nûnerê Tirkiyeyê bû. Hêzên Iraqê ne biyanî ne. Hêzên li Bamernê biyanî ne, yan ên li Mexmûr û Xaneqînê. Ji ber vê yekê hêzên Îran û Tirkiyeyê yên li ser xaka Herêmê ne biyanî ne."
Pîre aşkera kir ku rewşa Şengal, Xaneqîn, Xurmatû û Kerkûkê aram e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Wê di îdareya Herêma Kurdistanê de tu guhertin pêk neyên. Postên herêmên ku hatine veqandin jî dê wekî xwe bimînin. Tenê wê endamê Rêveberiya YNK'ê û Berpirsê Malbenda Hewlêrê yê YNK'ê Rizgar Elî bibe Waliyê Kerkûkê yê dema bê."