ŞIRNNX - Li Cizîrê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat şermezar kirin û hat xwestin heyeta Îmraliyê, parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin pêk banîn.
Ji 11’ê Cotmaha 2016’an û vir ve tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û dibin tecrîta girankirî deye. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Şirnexê ji bo balê bikişîn in ser rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP’a Cizîrê civîna çapemeniyê li dar xistin. Parlamenterên HDP’a Şirnexê Aycan Îrmez û Leyla Bîrlîk, endamên Meclîsa Dayîkên Aştiyê û gelek welatî beşdarî civînê bû.
Hevserokê HDP’a bajêr Zekî Îrmez daxuyanî da û wiha axivî: “Gelên me yên Rojhilata Navîn di pêvajoyek zor re derbas dibin. Tercîha gelê kurd azadî, demokrasî û aştiye. Lê li hemberî wê siyast û rêveberiyek xwedî ferasetek tûj û înkarker heye.”
‘OCALAN HIKÛMXAREK NE JI RÊZÊ YE'
Îrmez, bertek nîşanî astengkirina hevdîtinên parêzeran ên bi Ocalan re, da û wiha got: “Ev yek fikarên mezin li Tirkiyeyê dan avakirin. Birêz Ocalan hikûmxarek ne ji rêzê ye. Ligel tecrîta giran kirî, dixwaze pirsgirêka gelê kurd bi reya dîyalogê çareser bike. Hikûmet jî vê yekê baş dizan e. Divê hikûmet, hesasiyeta bi mîlyonan mirovan a ji bo Birêz Ocalan baş bibîne û bi aqlêselîm tevbigere.”
BANG LI SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ KIRIN
Îrmez, destnîşan kir ku nûçeyên têkildarî tendirustiya Ocalan ku hatin serwîs kirin, fikarên mezin di wan de dane avakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo ev fikar û guman ji holê rabin, divê destûr bê dayîn ku heyeta Îmraliyê, parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin bikin. Ji ber vê yekê em bang di serî de li CPT û hemû saziyên Navneteweyî dikin ku li dijî pêkanîna tecrîtê ya sûcê mirovahiyeyê bêdeng nemîn in.”
Piştî daxuyaniyê, bi berz kirina dirûşmeyan civîn bi dawî bû.