NAVENDA NÛÇEYAN - Dadgeha Lêkolînê ya Resafê ya Iraqê bi sedema ku Kosret Resûl ji polîs û Artêşa Iraqê re gotina "dagirker" gotiye, der barê Resûl de biryara girtinê derxist.
Dadgeha Lêkolînê ya Resafê ya li Bexdayê, der barê Alîkarê Serokê Giştî yê Yekitî Nîştîmanî Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl de biryara girtinê derxist.
Dadgeha Lêkolînê sedema derxistina biryara girtina Resîl jî dispêre daxuyaniya wî û aşkera dike ku Resûl ji bo Polîsên Federal ên Iraqê û Artêşa Iraqê yên li Kerkûkê ne gotina "hêzên dagirker" aniye ziman. Her wiha hat gotin ku Kosret Resîl hêzên Iraqê biçûk xistiye û dijbertî kiriye.
Dadgehê ragihand ku wan ev biryar li gorî xala 226'an ya Qanûna Cezayê Iraqê daye.