ÊLIH – Li çoltara Elkê li gorî îdayan endamê HPG’ê Cuma Îmen destpêkê hat giritn û piştra hat înfazkirin. Malbata Îmen aşkera kir ku kurê wan hatiye kuştin û serî li dozgeriyê da.
Endamê HPG’ê Cuma Îmen li çoltera Melîxa Elkê bi sax hat girtin û li ber kamerayan îşkence lê hatibû kirin. Malabtê der barê kurê xwe de agahî dabû û dabûn zanîn ku kuê wan hatiye kuştin. Malbata Îmen ewil serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê da û pişt re jî bi hevkariya parêzeran serî li dozgeriyê da. Piştî bûyer di 24’ê Tîrmehê de qewimî, malbat ji kurê xwe agahî nagirt û li ser vê yekê serî li Serdozgeriya Komarê ya Êlihê da û serlêdana sûc kir.
Serdozgerê Komarê ya Êlihê di çarçoveya bûyerê de lêpirsîna da destpêkirin û dosya şand Serdozgerê Komarê ya Elkê. Hat zanîn ku hêj der barê dosyeyê de tu pêşketin tune ye.