ŞENGAL - Êzidiyên li Şengalê ji bo balê bikişînin ser rewaş Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Çiyayê Şengalê dest bi nobata 5 rojan kirin. Êzidiyan got ku Ocalan û Şengal yekin.
Meclîsa Xweser a Demokratîk a Şengalê, ji bo balê bikişînin ser tecrîd û gefên li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo 5 rojan dest bi nobetê kirin. Konê nobetê li qempa Serdeşt a Çiyayê Şengalê hat vedan û dê her roj 2 sazî nobetê bigirin. Duh jî nûnerên sazî û dezgehan beşdarî nobetê bûn û tecrîta li ser Ocalan şermezar kirin.
‘OCALAN DIXWEST EM AZAD BIBIN’
Berfîn Elyas a 52 salî ku tevlî nobetê bû, diyar kir ku ew dixwazin rêberê wan azad bibe. Elyas, da zanîn ku ew dixwazin serokê azad bibe û wiha got: “Serokatî tim dixwest Şengal azad bibe û mîna wî xwestî jî çêbû. Em azad bûn. Daxwaza me ya herî mezin jî azadiya rêberê me ye.” Elyas, dest nîşan kir ku ramanên Ocalan ji bo jinên Êzidî pir girîngin û wiha bi dawî kir: “Ramanên Ocalan ne tenê ji bo jinên Êzidî, ji bo hemû jinên cîhanê girînge. Ji berk u ramanên wî pak û mirovîne. Serokê çav û rihê me ye.”
Endama YJŞ Gulan Botan jî, diyar kir ku ew ewlekariya qadê digirin û wiha axivî: “Rêxistina YJŞ’ê yek ji xeyalên Ocalan bû û me ev pêk anî. Ji ber vê yekê em pir keyfxweşin. Ocalan xwedî me derket, divê me jî xwedî wî derbikevin.”
‘RAMANÊN OCALAN BELAV BÛNE’
Endamê YBŞ’ê Çekdar Amed jî, da zanîn ku biryara şer a li ser rêberê wan tê wateya kaosa li Rojhilata Navîn û wiha axivî: “Îro ramanên Ocalan li Rojhilata Navîn belav bûye. Ji bo vê yekê têkoşîn tê dayîn. Em ji dixwazin bibin parçeyekê vê têkoşînê.”
MA / Selamî Aslan