YPJ'e serkeftina Reqa diyarî Ocalan û jinan kir

  • rojane
  • 12:14 19 Cotmeh 2017
  • |
img

REQA – Di daxuyaniya ragihandina rizgariya Reqayê de Berdevka Giştî ya YPJ’ê Nesrîn Ebdullah daxuyanî da û wiha got: “Li paytext û li nava dilê wan, me derba herî mezin li terorê da. Me bi vê berxwedana xwe rûmeta jina êzidî vegerand. Me bi dehan keç û zarokên êzidî yên dîl azad kirin.”

Daxuyaniya ragihandina rizgarkirina Reqayê, ji aliyê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) ve li Meydana El Neîm a li Reqayê hat dayin. Qada daxuyaniyê bi posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên YPJ, YPG, QSD, YBŞ û YJŞ’ê hat xemilandin.
 
Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah beriya daxuyaniyê bide çapemeniyê rizgariya Reqayê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, kesên di têkoşîna azadî û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane û gelan pîroz kir. Nesrîn diyar kir ku ji bo rêzdariya ji gelê ereb re ew ê daxuyaniya xwe bi zimanê erebî bixwîne.
 
Daxuyaniya bi zimanê erebî ku ji aliyê Berdevka  Giştî ya YPJ’ê Nesrîn Ebdullah ve hat xwendin wiha ye:
 
“Rejîma desthilatdariya mêr  ku ji her alî ve hewl da jiyana mirovan kontrol bike, temenê xwe li ser zêdekirina nakokî û sorkirina şer dirêj kir. Ev rejîm di her pêvajoyên aloz û krîtîk de, her tim hewl da bi rijandina xwînê xwe xelas bike. Herî zêde jinan berdêla vê siyaseta şerxwaz dan.
 
Dîroka jinê ku li gel êş û zehmetiyan, bi têkoşîn û berxwedanê tije ye, roja 4’ê Nîsana 2013’an bi avakirina Yekîneyên Parastinê yên Jin (YPJ) derbasî qonaxeke nû bû.
 
Bi vê gava dîrokî re, YPJ’ê berpirsiyariya dîroka berxwedana jinê girt ser milê xwe û bû destpêka bidawîkirina êşên jinan.
 
Êdî jin li qadên siyasî, civakî, çandî û leşkerî bi temamî xwe ji bin desthilatdariya mêr rizgar kir û bû hêza mezin a çareserkirina pirsgirêk û aloziyan.
 
Jin bûn çavkaniya bedewiya jiyanê û asta bilind a afirandina exlaqê.
 
Avakirina yekîneyên me ên jinê, ji bo tevgera li Sûrî bersivek bû. Wek tê zanîn derketina komên terorîst ji Ehrar El Şam bigrin heta El Nûsra û herî dawî DAIŞ, ji bo gelên Sûrî bi giştî û ji bo jinê bi taybet gefek mezin bû.
 
Di yekemîn şerê me yê li dijî komên terorîst de, hevrêya me Warşîn li ser xeta azadiya jinê berxwedaneke mezin nîşan û şehîd bû. Ji wê rojê ve, yekîneyên me ji bo tevahiya jinên Sûrî bûn hêviya azadiyê. Ji wê rojê ve jina Sûrî ket nava hewldan û tevgera ku bibe xwedî kesayetek şoreşger.
 
Eger îro nifşeke nû ya jinên têkoşer derketibe holê, ev encama wê berxwedanê ye.
 
Êdî jin bûye misogeriya parastina li ser xeta şoreşgerî.
 
Yekîneyên me ku ji destpêkê ve bûne hêza pêşeng a şerê li dijî terorê, bi biryardarî ev berxwedan dewam kirin.
 
Arîn Mîrkan bû sembola serketin û canfedayiyê.
 
Şehîdên me Şevîn, Sozdar, Hebûn, Silava, Zozan û bi dehan jinên din ên leheng peyam dan ku ew ê meşa azadiyê ya jinan qet raneweste.
 
Pêngava Rizgarkirina Reqayê ji bo yekîneyên me xwedî girîngiyeke mezin a îdeolojîk û stratejîk bû.
 
Şervanên me ji destpêkê ve bi roleke çalak rabûn. Me mil da milê hevalên xwe ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG).
 
Yekîneyên Parastinê yên Jinê di pêngava Reqayê de bûn hîmê hevgirtina jinên ji hemû pêkhateyên Sûrî. Li çeperên parastin û berxwedanê hevgirtina jinên Kurd, Ereb û ên pêkhateyên din, bû hîmê xwişk û biratiya gelan.
 
Li ser vî esasî, yekîneyên me bi îradeyeke mezin cihê xwe di eniyên şer û berxwedanê de girtin.
 
Li paytext û li nava dilê wan, me derba herî mezin li terorê da. Me bi vê berxwedana xwe rûmeta jina Êzidî vegerand. Me bi dehan keç û zarokên Êzidî yên dîl azad kirin.
 
Di vê pêvajoyê de jina Ereb bi tevlîbûna nava refên YPJ’ê û paşê avakirina 2 tabûrên jinan li Reqayê, bi awayekî çalak cihê xwe di şer û berxwedanê de girtin.
 
Di berxwedana rizgariyê de, Taburek ji Yekîneyên Jinên Şengalê jî beşdarî şerê tolhildanê bûn.
 
Di pêvajoya rizgarkirina Reqayê de, me 450 hezar sivîl ji zilma terorê azad kirin û ew li deverên ewle bicih kirin.
 
Di berxwedana dîrokî de 30 şervanên me ên jin şehîd bûn.”
 
Daxuyanî bi berzkirina sloganên dilsoziya bi Ocalan re bi dawî bû. 
 

Sernavên din

22/10/2017
09:27 Tevî 7 zarokên xwe li dijî rûxandinê di ber xwe dide
09:26 Endamên KÎD'ê: Azadî bi yekîtiya neteweyî pêkan e
09:25 Kekê Kemal Kurkut: Sûc heye, lê daraz tune
09:23 Welatiyên ereb bi piştgiriyê çandê diparêzin
09:23 Qereqolê welatî bê av hiştin
09:00 ROJEVA 22'Ê COTMEHA 2017'AN
21/10/2017
21:24 Maşîna polîsan Feleka 7 salî qetil kir
21:23 Wê Rûsya û Iraq der barê rewşa li Kurdistana Federe de hevdîtinê çê bikin
21:09 3 rojnameger hatin berdan
20:57 Bafil Talabanî: Bila der barê pêkanînên li Kerkûkê de lêpirsîn bên destpêkirin
20:44 Beştaş: Dawiya dawî wê deriyê Îmraliyê vebin
18:13 TJA: Ger ku deriyê Îmraliyê bê vekirin dê bêhna gel derkeve
17:58 Leşkeran li Farqînê 9 gundî binçav kirin
17:09 HDP’ê li dijî tecrîda li ser Ocalan giştînameyek belav kir
16:33 Xizmên windayan: Zû tecrîdê bi dawî bikin
16:31 Li Kayseriyê êrîşê Îhsan Elîaçik kirin
16:12 'Em dê nivîsandinê berdewam bikin'
15:57 Wekîlên HDP’ê Gundê Amara ziyaret kirin
15:56 ‘Leşkeran kesên binçav kirin, 22 sal e agahî ji wan nayê girtin’
15:39 Polîsan li Kolana Yukselê 7 kes binçav kirin
15:30 Li Amedê gotûbêja ‘Nivîskar Seherê dixwînin’
15:13 NÇM'ê bernameya Mihrîcana Çand û Hunere aşkere kir: Dê bibe bêhn
15:04 'Girtiyê nexweş Donmez berdin'
14:56 'Ocalan xeta kurdan a sor e'
14:30 Meşa 'Edalet, kar û qut' di roja duyemîn de ye
14:22 Dayikên Şemiyê: Tenê bila kefen û gorên wan hebin
14:16 Rêxistinên Rojnamegeran: Bila rojnameger bên berdan
13:52 Ji bo Ocalan dadikevin qada Khalkedonê
11:39 Maşîneyên zirxî di salekê de 20 kes qetil kirin
11:33 Gotin miriye lê li nexweşxaneyê tê dermankirin
11:32 Qedexeya li 4 navçeyên Amedê hat rakirin
11:32 Jina ciwan bi daliqandî hat dîtin
11:11 ‘Li şûna rojnamegeran divê Berat Albayrak bê darizandin’
11:07 Rojnameger Çelîkkan hat berdan
11:07 Karkerekê Sûriyeyî jiyana xwe ji dest da
11:06 Rapora MÎT'ê: Lîce dê ji hewa ve bê bombekirin
10:51 Hem rîçalê difiroşe, hem jî peyam dide!
10:49 Yekîneya sivîl a di operasyona Farqînê de sivîlan dike hedef
10:26 Kujer kêlî bi kêlî hatine qeydkirin, lê dîsa jî serbest in
09:28 ÎHD û TTB: Heta niha karker çawa li vir xebitîn?
09:27 Bi têkoşînê nêrîna li dijî jinê guhert
09:25 Bav: Yên kujer berdan dê wî beraet jî bikin
09:24 Gav paş ve neavêt û karê xwe ava kir
09:24 Jiyana komunî ya li girtîgehê, li derve jî didomîne
09:23 Li hemberî tecrîda li Îmraliyê ji bo ‘xerakirina biryarê’ serî li wezaretê dan
09:22 47 sal in wêneyên ‘dînên’ bajêr dikişine
09:21 Keskîn: Tecrîda li Îmraliyê tu carî qasî niha giran nebûye'
09:16 Buldan: Tirkiye dê bi rakirina tecrîdê ji aloziyê rizgar bibe
09:00 ROJEVA 21'Ê COTMEHA 2017'AN
20/10/2017
18:52 Biryara nepeniyê danîn ser dosyeya rojnamegerên hatin binçavkirin
18:11 Di pêşangeha ku ji aliyê qeyûm hat vekirin de, cih nedan weşanxaneyên kurdî!
17:56 Hevserokên HDP’ê yê Antalyayê tehliye bûn
16:54 ÇGD: Ev zext dê li we vegerin
16:32 Hevşaredarê Bêgirê Tunç nehat berdan
15:29 ‘Ji bo ronîkirina cînayeta Elçî dê israra me bidome’
15:24 'Serkeftina Jinan a li Reqqa hêz da me'
14:56 Parlamenterên HDP'î beşdarî dozê nebûn
14:55 9 kes li Kolana Yukselê binçav kirin
14:50 QSD: Em Reqayê radestî Meclîsa Sivîl dikin
14:13 Prz. Denîz Yildirim bi biryara navberê hat berdan
14:12 Kesên têkildarî hezanê hatin binçavkirin hatin berdan
14:11 'Divê hevalên me rojnameger zû bên berdan’
13:56 Walîyê Mêrdînê her cure şahî û çalakî qedexe kir
13:54 Divê dozger der barê îdiayên înfazê de agahî bide
13:30 Li meclîsê ji bo Ocalan bang li CPT'ê kir: Nebin şirîkê sûc
13:17 Polîsan 7 HDP'î binçav kirin
13:14 HDP’ê malbatên di kana komirê de xizmên xwe winda kirin, ziyaret kir
12:53 Li Stenbolê jinek bi êrîşa zayendî re rû bi rû ma
12:44 ÎHD: Bila Osman Kavala serbest bê berdan
12:42 Herêma Federal a Kurdistanê sedî 35 piçûk bû
12:41 Gelo dê ji malbatan re çi bibêjin?
11:55 Artêşa Iraqê dest danî ser Pirde
11:23 Malbata Ocalan xwest biçin Îmraliyê
10:23 Dayik li Stenbolê, xwûşk li Êlihê li Mehmet digerin
09:53 5 rojnameger li Enqerê hatin binçavkirin
09:49 Masîvanên Mêrsînê: Em cefayê bazirgan jîsefayê dibînin
09:26 ‘Tu li Pozantiyê nebûyî zilam, lê em ê te li Tarsûsê bikin zilam’
09:25 Beştaş: Kesên ku Ocalan tecrîd dikin dê bên darizandin
09:24 'Heya qanûnê bi paşve nekêşin, em ê têbikoşin'
09:23 Hem derbkirin hem jî gilî kirin
09:21 ‘Jin li dijî KHK’ê li ber xwe didin'
09:20 Teqewîtbûnê wî têr nekir carek din dest bi kar kir
09:19 ‘Ya ku wê rojnamegeran ji girtîgehê derxîne piştevanî ye’
09:17 Ocaxên mermeran Komir wêran kir
09:16 Li warê Feqiyê Teyran dema gûzan
09:00 ROJEVA 20'Ê COTMEHA 2017'AN
19/10/2017
18:30 Cenazeyê Keskîn hat wergirtin, lê agahî ji Şaşar nayên wergirtin
17:34 Şaban Dişli yê AKP'î ji peywira xwe îstifa kir
17:08 'Divê em li dijî qanûnên jinan dixin hedef rêxistinê xurt bikin’
17:00 Li girtîgehan ji bo Ocalan çalakî dest pê dikin
16:59 Serlêdana parêzeran a cara 697’emîn hat redkirin
16:47 Dema binçavkirina Osman Kavala hat dirêjkirin
16:36 Jinên girtî tecrîd şermezar kir
16:32 Malbata Zafer Ceyhan serlêdan sûc kir
16:29 HPG’ê der barê bûyera Mûglayê de daxuyanî da
15:46 Bîrdariya Komkujiya Miran hat rûxandin
15:46 Hevserokê DBP'ê Arslan: Yek gotina Ocalan bes e
15:29 Xebatkrên Van TV beraet kirin
15:10 Li Pîra Sîsê îşkence kirin
14:44 Xwestin Meclis li Îmraliyê lêkolînê pêk bîne