STENBOL – Parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi boneya bi muwekîlên xwe re hevdîtin bikin cara 697’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Ebru Gunay, Cengîz Yureklî û Mazlum Dînç bi boneya muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Perêzer ji 27’ê tîrmeha 2011’an vir ve ev bû 697 car bi boneya hevdîtinê serlêdan dikin.
Hevdîtina parêzeran a li gel Ocalan ji 27’ê tîrmeha 2011’an ve 696 caran bi hincetên “Muxalefeta hewayê”, “Keştî xerabe ye”, “Keştî di tamîrê de ye” û “OHAL” hat astengkirin.