NAVENDA NÛÇEYAN - Li hin bajarên Kurdistana Federe ku hêzên Iraq û Heşdî Şabî dest danîn ser, ji bo Heşdî Şabî ji wan bajaran derbikevin, ferman hat dayîn. Li Kerkuk û Xaneqînê jî xwepêşandan didomin.
Di 16’ê Cotmehê de artêşa Iraqa û hêzên Heşdî Şabî ketin bajarên Kurdistan Federe. Şevê din ferman hat dayîn ku hêzên Heşdî Şabî ji Kerkuk û Celawla derbikevin. Endamê Meclisa Bajarê Diyala Zahîd Xelîl ji Ajansa RojNewsê re axivî û diyar kir ku Berdevkê Tugaya Berdîr a Heşdî Şabî Hadî Amirî ferman daye ku hêzên wan ji Kerkuk û Celawla derbikevin
XANEQÎN
Xelîl, anî ziman ku di dema hêzên Heşdî Şabî ji Xaneqînê vekişiyan gel daket koçeyan û fîşekên hewayî teqandin û wiha got: “Dem bi dem artêşa Iraqê û Heşdî Şabî jî guleyan direjînin. Di bûyeran de zarokek ku birîndar bû jiyana xwe ji dest da û 11 kes jî birîndar bûn.”
Xelîl, da zanîn ku tenê komek Heşdî Şabî li Xaneqînê man û ev kom jî ji derveyî bajêr disekin e. Alîkarê Berpirsê Teşkîlata Yekîtiya Niştimanên Kurdistanê (YNK) ê Xaneqînê Hemîn Menîsur jî got ku hêzên Heşdî Şabî ji derveyî bajêr bi cih bûye, kontrola bajêr bi giştî di destê wan deye.
KERKUK
Gelê taxa Rehîmawa ya Kerkukê, Polîsên Federal a Îraqê yên li dewriyê digeriyan şermezar kirin. Hin ciwanên ku polîs şermezar kirin, xwe rakêşan ala Iraqê ya li ser wesayîta polîsan û jêkirin. Polîsê Iraqî yê bi lez ji qadê dûr bû, gule bera esman da, gel jî bi keviran bersiv da. Di heman demê de hat îdîakirin ku ferman ji Heşdî Şabî re hatiye dayîn ku ji Kerkukê derbikevin.
XÛRMATÛ
Li navçeya Xûrmatû ya bajarê Selahadîn jî, duh bi şev komekê xwest li dijî Heşdî Şabî çalakiyekê li dar bixin, lê artêşa Iraqê û hêzên Haşdî Şabî gule reşandin û kom asteng kirin. Di êrîşê de kesek birîndar nebû û nemir.
ŞENGAL Û CELAWLA
Cardin hat îdîakirin ku hêzên Heşdî Şabî ji Celawla ku girêdayî Diyala û navçeya Şengala Mûsilêye, vekişiyan e, lê li herêmê tu liv û tevger tuneye.