RIHA – Li Rihayê li zeviyên pembo cenazeye 2 birayên û zarokek din bi tevahî cenazeye 3 zarokan hat dîtin.
Li taxa Ulucanlar a bi ser navçeya navendî ya Eyyubiyê ya Rihayê ve duh bi şev zarokên bi navê Alî (12) û Harun Tekdag (14) ên birayê hev û kurapê wan Huseyîn Tekdag (14) ji bo bileyîzin çûn nav zeviyên pembo. Her sê zarok li nav zeviyên pembo mirî hatin dîtin.
Piştî agahî ji zarokan nehat girtin malbat li zarokan geriyan û piştî lêgerînê rastî cenazeyên zarokan hatin. Piştî ekîbên leşkeriyê û tenduristiyê hatin cihê bûyerê cenazeyê zarokan rakirin morga Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.
Hat zanîn ku dê sedema mirina zarokan piştî rapora otopsiyê derkeve holê.