STENBOL - Hevseroka Giştî ya KCD'ê Leyla Guven bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û aşkera kir ku 19 sal e tecrîd didome û ev tişt got: "Ev çalakiyên li dijî tecrîdê bi rojan e li Ewropayê dewam dikin, divê di serî de li çar parçeyên Kurdistanê, li hemû cîhanê belav bibin."
Her roja ku derbas dibe tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan girantir dibe, nûçeyên ku di çapemeniyê de tên weşandin jî dibin sedema fikaran. Her çendî Serdozgerê Komarê yê Bursayê di vê der barê de daxuyanî dabin jî hat gotin ku divê teqez heyetek an jî ji malbat û parêzer li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê çê bikin.
Hevseroka Giştî ya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven aşkera kir ku konsepta di 9'ê Cotmehê de ket dewrê, bi pergala li Îmraliyê ve girêdayî ye. Guven piştrast kir ku Ocalan 19 sal in di tecrîdê de tê girtin. Guven dest nîşan kir ku Ocalan ji tu mafî sûdê nagire û wiha axivî: "Mînak mafê wî yê bi riya telefonê bi malbata xwe re biaxive, mafê hevdîtina vekirî tune. Heke dewlet bixwaze dê hevdîtina bi malbat û parêzeran re saz bike. 19 sal bi vî şeklî derbas bûn."
‘HER DEM KARÊ YEKEMÎN BÊDENGKIRINA OCALAN E’
Guven anî ziman ku tecrîda di şexsê Ocalan de li Îmraliyê dewam dike, ne rewşeke ji rêzê ye û ev tişt gotin: "Dewlet qanûnên xwe bin pê dike. Bi tecrîda li dijî Birêz Ocalan re, makeqanûna xwe bi xwe bin pê dike. Yanî ev di qada navneteweyî de sûc e, di qanûnên Tirkiyeyê de jî sûc e. Ev li dijî mehkûmekî nayê kirin, nêzikatiyeke wiha nabe. Dîsa Birêz Ocalan ne mehkûmekî ji rêzê ye. Bi milyonan mirov Birêz Ocalan wekî vîna xwe qebûl dike. Bi rastî jî Birêz Ocalan ji bo Rojhilata Navîn xwedî projeyên gelek girîng e. Dema Birêz Ocalan diaxive roj li Rojhilata Navîn derdikeve, aştî tê. Ji ber ku vê dizanin, wî asteng dikin." Guven nêzikatiya CPT'yê jî rexne kir û aşkera kir ku CPT bi cotstandartiyê tevdigere.
‘PÊKANÎNA LI DIJÎ OCALAN PÊKANÎNA DIJÎ GEL E’
Guven serwextbûna gel a der barê Ocalan de jî bi bîr xist û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dema di sala 1999'an de Birêz Ocalan teslîmê Tirkiyeyê hat kirin, hemû cîhanê jî dît ka gelê kurd çawa xwedî li rêbertiya xwe derdikeve. Bi sedan mirovan bedena xwe da ber agir. Jin û ciwanan bi mehan kuçe û kolan bernedan. Êşên gelek mezin hatin kişandin. Gelê kurd komploya li dijî Ocalan, wekî komploya li dijî xwe dibîne. Ji ber ku di şexsê wî de rastiya kurd berbiçav bûye. Daxwazeke kurdan a statuyê û nasnameyê heye. Ji ber wê hemû pêkanînên li dijî Ocalan, gel li dijî xwe dibîne."
BANGA HESTEWARÎ
Guven aşkera kir ku li Ewropayê bi rojan e gel li ser piyan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em serhildana gelê xwe yê li Ewropayê silav dikin. Bêguman divê ev serhildan li çar parçeyên Kurdistanê dest pê bike û li tevahiya cîhanê belav bibe. Tişta ku tê kirin sûcê mirovahiyê ye, ev nûçeyên ku derdikevin ne nûçeyên ji rêzê ne. Em wekî jinên kurd vê helwestê qebûl nakin û em ê bibin pêşengê vê pêvajoyê. Divê hemû gelê me di vî warî de hêstewar be." Guven herî dawî hikûmet jî hişyar kir û bang li raya giştî jî kir ku di vî warî de hişyar bin.