AMED – Îdianameya der barê polîsê ku Kemal Korkut kuşt de hat amadekirin, polîs bi cezayê heta hetayê tê darizandin. Hat diyarkirin ku polîs kuştina Korkut da ber çavê xwe û wisa gule berdayê, derket hol ku der barê polîsên ku bûyer veşartine û delîl ji holê rakirine de lêpirsîn hatiye dest pê kirin. Parêzer Reyhan Yalçindag jî da zanîn ku ew ê ji bo girtina bersûc serlêdanê bikin.
Serdozgerê Komarê yê Amedê, îdianameya der barê Kemal Korkut (22) yê ji bo Newrozê ji Meletiyê hatibû Amedê û bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest dabû de îdianame piştî 7 mehan amade kir. Îdianameya ji 4 rûpelan pêk tê, ji hêla 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin, der barê bersûcê bûyerê Y.Ş. (32) de bi sûcdariya "Dibe bi zanebûn kuştine" doz hat vekirin û cezayê heta hetayê ji Y.Ş. re hat xwestin.
Waliyê Amedê yê wê demê Huseyîn Aksoy, her çendî Korkut nîvekî bedena wî tazî be jî daxuyaniya "îhtîmala bombeya zindî ye" dabû. Lê Edîtorê dîhabera bi KHK'ê hat girtin Abdurrahman Gok wêneyên li ser hev kişandî de, derket holê ku Korkut hatiye înfazkirin. Li ser bertekên di raya giştî de li pêş ketin, Serdozgerê Komarê yê Amedê der barê 2 polîsan de doz vekir. Di çarçoveya lêpirsînê de Y.Ş. hat binçavkirin û bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Li gorî îdianameyê li pey Korkut 35 polîs hebûne û dîsa tê gotin ku çend gule li canê Korkut ketiye nayê zanîn û ev tişt hat gotin: "Guleya di aliyê çepê ya ku ketiye lazê Korkut, lebatên hundurîn û reha qalin birîndar kiriye û ji be xîn herikiye nav laşê wî jiyana xwe ji dest daye." Di îdianameyê de tê gotin ku di tiliyên Korkut ên 2'yemîn û 3'yemîn ên çepê ku digihêjin hev de, şopên hestiyan û parçeyên îşlikan hatiye dîtin, di dema ku Korkut di tevgerê de ye guleya ku di aliyê çepê ve ketiye û derketiye, gelo heman gule ye an na nehatiye tespîtkirin. Li gorî lêkolînên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, guleya li Korkut ketiye ji çeka Y.Ş. a bi hejmara T0624-05TE0013726'an derketiye û li cihê bûyerê jî 13 qalikên guleyan jî hatiye dîtin.
‘KÊR RASTÎ SINGA XWE KIR’
Li gorî îfadeya polîsê kujer Y.Ş., berî ku Newroz dest pê bike, hêj wekî tedbirên ewlehiyê li ber deriyê Hejmar 4'an hatiye peywirdarkirin, dema dest bi peywira xwe kirine êlengên çelîk dane wan lê alavên wekî gaz, jop, mertal hêj nedane wan û ev amûrana hêj nehatine qadê. Y.Ş. da zanîn ku wan ferq kiriye ku Korkut ketiye noqteya ewlehiyê lê Korkut ew ferq nekiriye, ketina Korkut a noqteyê bi bêtêlê hatiye anonskirin û îdia kir ku tenê ji ber komîseran bêtêl heye, wî ev nebihîstiye. Y.Ş. diyar kir ku dema wî Korkut dîtiye, di destê wî de kêr hebûye û wiha got: "Dema hevalê min ê polîs îkaza rawestandinê kir, Korkut kêr destpêkê vegerand singa xwe, got ku ' ka werin ez ê bikujim, biteqînim' û qîr kir. Di vê demê de min çeka xwe derxist û berê wê da erdê. Dema Korkut xwest barîkatê derbas bike polîsan got 'raweste' û gule berda hewa. Lê Korkut ranewestiya û bi kêra destê xwe êrîşê polîsan kir."
Piştî di dîmenên kamerayan de îfadeya Y.Ş. vala derket, Y.Ş. ji bo xwe derxe paqijiyê di vê der barê de ev tişt got: "Min nîşana laşê Korkut negirt. Min nîşana binê çonga wî girt, ev sûcên der barê min de ne rastin." Lê di îdianameyê de tê gotin ku "Y.Ş. çeka xwe dirêjî Korkut dike û du guleyan berdidê, berovajî îfadeya kesê bi fikar, lingê Korkut nekiriye nîşana xwe, milê xwe di xeta laşê xwe de rakiriye û gule berdaye Korkut û ev hatiye tespîtkirin." Dîsa polîsên li cihê bûyerê delîl winda kirin û xwestin li ser bûyerê bigirin de jî lêpirsîn hat destpêkirin.
DIZANIBÛ KU DÊ BIKUJE JÎ...
Di dewama îdianameyê de tê gotin ku li gorî Qanûna Salahiyet û Wazîfeya Polîsan (PSVK), dema çalakiya Y.Ş. bê nirxandin, hejmara teqandina guleyên kesê bi fikar, navbera guleteqandinê, kesê kiriye armanc di tevgerê de ye, guleya ku teqandiye, ji ber ku li laşê kesê kuştî ketiye û berê guleya hişyariyê neteqandiye, dema dîmenên kamerayê tên temaşekirin bi awayekî bi rev ber bi kesê kuştî ve çeka xwe dirêj dike û nîşanê digire û guleyê diteqîne, li gorî rapora kesên pispor û rapora otopsiyê, dema ev bên nirxandin "kesê bi fikar di dawiya çalakiya xwe de herêma bi jiyanî ya vî kesî dike armanc û dizane ku dê birîndariyê bigire jî û li gorî kevnedariya pîşeyiya wî jî dizane ku dê bimire jî çalakiya xwe berdewam dike, bi teqandina çekê re ev kes wefat dike. Bi vî şeklî dizane ku dê dawiya çalakiyê çiwa be jî dîsa jî çalakiya xwe dewam dike û li gorî xala 21/2 a TCK'ê bi sûcdariya Dibe Ku Bi Zanebûn Mirov Kuştiye divê der barê wî de doz bê vekirin û di vê der barê de qasî ku hewce dike delîl li holê hene."
Her wiha der barê polîsê bi navê O.M. de jî bi sûcdariya "Dibe ku bi zanebûn mirov kuştibe" hewcehî bi lêpirsînê nehat dîtin.
YALÇINDAG: JI BO GIRTINÊ EM Ê SERLÊDANÊ BIKIN
Parêzera malbata Korkut Reyhan Yalçindag Baydemîr der barê îdianameyê de axivî û destnîşan kir ku bûyera Kemal Korkut di destpêkê de dosyayeke ku bigirin nav cînayetên faîlên wan ne diyar ên vê erdnîgariyê bû û wiha axivî: "Heta edîtorê dîhaberê Abdurrahman Gok kêlî bi kêlî wêneyên wê di çapemeniyê de newaşandibû rewş wiha bû. Bûyer bi hemû aliyên xwe derket holê. Ciwanekî zanîngehê bi nîv tazî dimeşe û di noqteya polîsan de bi zanebûn, bi xwestekî tê kuştin. Bi van wêneyan jî zelal bû ku li erdnîgariya kurdan ciwan bi destê polîs û leşkeran çawa tên kuştin." Yalçindag da zanîn ku ji destpêka bûyerê heta niha, ji bo bûyer zelal bibe, ew di nav tevgerê de ne, lê ji ber ku biryara veşarî li ser dosyayê ye hemû hewldanên wan tên astengkirin. Yalçindag piştrast kir ku ji bo polîsê bersûc bê girtin ew ê serlêdanê bikin.
MA / Denîz Tekîn – Devran Toptaş