REQA- Bijîşk Akîf Kobanê, ji destpêka Pêngava Xezeba Firatê ya rizgarkirna Reqayê heta niha 2 hezar û 500 şervan derman kirin.
Li gorî nûçeya nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hewarê (AHNA) Ekrem Berekat, Bijîşk Akîf Kobanê yê di nava hemû şervanên QSD’ê yên Reqayê de bi navê “Munqiz” (rizgarkar) tê naskirin û her tim rû bikene, ji karê xwe pir hez dike û di tevgera xwe de bi lez e. Di karê bijîşktiyê de serkeftiye û bi teybet di qadên şer de cih digire. Dema şer di navbera şervanên QSD’ê û DAIŞ’ê de giran bû, bijîşk Akîf Kobanê jî berê xwe da Reqayê. Gelek caran ranediza dikir û şervanên birîndar derman kir. Piraniya şervanên QSD’ê yên birîndar Bijîşk Akîf ew derman kirin û nehêlin jiyana xwe ji dest bidin.
BÊ WESTANDIN BIRÎNDAR DERMAN KIRIN
Bijîşk Akîf zêdeyî 8 mehane li Reqayê û di xetên pêş de, birîndar û şervanên nexweş derman dike. Akîf Kobanê di hemleya Reqayê de zêdeyî 2 hezar û 500 şervan derman kirin. Bijîşk Akîf, diyar kir ku şevanên QSD’ê rûmeta gelê herêmêne û wiha axivî: “Şervanên QSD’ê ji bo gel canê xwe feda dikin. Rojekê şervan bi jiyana xwe ne fikirîn, lê tim ji bo azadiya gelê herêmê şer kirin. Ez ji felsefeya pêkanîna jiyana azad û bi rûmet esas digirin. Ji ber vê yekê bê westan din kikarim û birînên şervanan derman bikim.”
AZADÎ PÎROZ KIR
Bijîşk Akîf têkildarî rizgarkirin Reqayê kêfxweşiya xwe anî û wiha got: “Ez vê azadî û rizgarkirinê li hemû gelên Sûriyeyê pîroz dikim. Ev serkeftin di saya fedekariya