* Kemal Bulbul diyar kir ku çareserkirina pirsgirêka elewiyan nikare bi nasîna statuya malen cemên bê sînordarkirin û wiha got: “Ji bo çarseriyê ji makeqanûnê heta perwerdeyê pêwîstî bi guhertine zihniyete heye. Em ê jî ji meclisê heta kuçeyê li her qadê têkoşîna vê yekê bidin.”
* Komên OSO yên girêdayî TSK’ê ku li Efrînê, bi her cureyî îşkencê li sivîlên Efrînê dikin, bi şêwazek îşkenceya nû dest û lingên welatiyan jê dikin û qetil dikin. Pêkanîna endamên OSO kiryarên DAIŞ’ê bi bîra mirovan dixe. Hat zanîn ku OSO bi hezaran darên zeytûnan li Meydankê û Racoyê şewitandin.
* Rojnameger Ziya Ataman ê 27 mehin girtiye, ji ajansa me re name şand û di nameya şand de wiha got: “Ji ber îfadeyên bê delîl û sûcdariyên nerast hatim girtin. Li girtîgehê roviyên min îflas kirin. Ez girêdayî dermanan dijîm.”
* Parêzerê Lîjneya Hawirdorê yê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Tuncay Koç diyar kir ku piştî kar û barên destûrnameyên kanên keviran radestî Midûriyeta Giştî ya Karên Madenê hatiye kirin, bê dîtin qad ji kanan re tên terxankirin. Koç got ku heke hemû destûrname di heman demê de bikevin meriyetê dê ji çaran yekê Antalyayê ji kanên madenê re bên terxankirin.
* Malbata Şenyaşar ên ku 3 ferd ji malbata wan ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve li Pirsûsê hatin kuştin, neçar man ji ber gefên xizmên Yildiz navçeyê biterikînin.
* Sekreterê SES’ê yê Şaxa Amedê Mehmet Nur Ulus da zanîn ku Serokê Desteya Rêveber a Zanîngeha Medîpol kirin Wezîrê Tenduristiyê. Ev jî diyar dike ku dê ji vir û şûnve tenduristî hê bêtir bi peran bê kirîns. Lê daxwaze me ev e ku wek alternatîfê ‘pergala tenduristiya bi pere’, Pergala Tenduristiya Diparêze bê damezrandin û tenduristiya gel bê başkirin.
* Parlamentoya Îsraîlê zagona “Netewedewleta Cuhu’ qebûl kir. Biryara Îsraîlê ya li ser mijarê Pisporê Rojhilata Navîn Musa Ozugurlu nirxan û da zanîn ku feraseta netewedewletê bi tu awayî aramiyê ji bo mirovahiyê ava nake. Piştî vê biryarê ji bo Filistînê rojên reştir dest pê dike.
* Li Tatwanê 5 gundiyên di 1990’ê de ji gund hatin derxistin û di 2009’ê de vegeriyan gundê xwe hatin gel hev û kooperatîfa bi navê Kavar ava kirin. Kooperatîfa Kavar wek nimuneyeke serkeftî ya aboriyê derket pêş û di komunê de 40 jin hilberînên xwezahî hildiberînin. Dahatuyê jî di nav xwe de wekhev parve dikin.
* Damezrîner û Serokê Giştî yê ewil ê DÎSK'ê Kamal Turkler, dê di 38'emîn salvegera qetilkirina xwe de, li Topkapi li ser gora xwe bê bibîranîn. (11.00)