MANÎSA – Malbatên mexdûrên Doza Soma’yê bertek nîşanî berdana bersûcan dan û diyar kir ku di kêliya doza Somayê dihat dîtin li Şirnexê 7 karkerên madene jiyana xwe ji dest dan û berpirsyarên Şirnexê jî heman kes in.
Li navçeya Soma a Manîsayê di 13’ê gulana 2014’an de di hezana komirê pêk hat de 301 karkeran jiyana xwe ji dest dabû. Runiştinên Doza Somayê jî didomin. Di 17’ê cotmehê de rûniştina dozê pêk hat û di vê rûniştinê de amirê vardiyaya kana madenê Mehmet Alî Günay hat berdan. Malbatên karkerên jiyana xwe ji dest dan berteka tund nîşanî biryara berdana bersûc dan. Di kêliyên rûniştina Doza Somayê pêk dihat de li Şinrexê li kana komirê hezan pêk hat û 7 karkeran jiyana xwe ji dest da. Malbatên karkerên Somayê diyar kir ku di hezana Şirnexê de jî hat dîtin ku hêj li kanên madenan ewlehiya kar tune ye û di dozên cinayetên kar de bêedaletî didome.
LI DIJÎ BIRYARA TAHLIYÊ BI BERTEK E
Bavê karkerê Ugur Çolak ê jiyana xwe ji dest da Îsmîal Çolak diyar kir ku piştî guhertina heyeta dadgehê li bendê bûn biryara tahliyê derkeve û biryar ne surprîz bûye. Çoka da zanîn ku biryarek wisa ya heyeta dadgeha nû xetereyek mezin dide wan û ji roja heyet hat guhertin xetereya wan dest pê kiriye. Çolak got: “Baweriya min ji roja ewil ve bi heyeta dadgehê nayê. Me xwest em bawerî wan bikin lê bawerî nadin.”
‘LI VÎ WELATÎ EDALET TUNE YE’
Çolak bal kişand ser kêliya rûniştina Doza Somayê dihat dîtin Şirnexê di hezanê de 7 karkeran jiyana xwe ji dest da û wiha got: “Ji ber li Somayê tedbîr nehatin sitendin, mînakên wek Somayê didomin. Ji ber ku biryarek bi edaletî ji doza Somayê dernakeve, gelek bobelatên wisa diqewimin. Ji komkujiya Somayê bigire heta dayika Taybet û heta hezana Şirnexê edalet li vî welatî tune ye.”
‘TEDBÎRAN NEGIRIN DÊ MIRIN BIDOM IN’
Ji 301 karkeran dayika Kader Yildirim Elmas Kaya jî bertek nîşanî biryara tahliyekirinê da û got: “Li pişt wan Enqere heyel, li pişt me jî ji bilî Xwedê tu kes tune ye. Tu demê edalet tune ye û tu rê û rêbaz tune ye. li Tirkiyê tu nirxên mirovan nîne. Di kêliya Doza Somayê dihat dîtin li Şirnexê 7 karkerên me din jiyana xwe ji dest dan. Heta tedbîr û kontrol neyên xurtkirin dê kuştina karkeran ji bi dawî nebe.”
‘BERPIRSÊ ŞIRNEXÊ JÎ HEMAN E’
Kaya anî ziman ku ew dizane ku êdî kurê wê paş de nayê lê û lê ew naxwaze zarokên tu dayikê ji vê saetê şûn ve jiyana xwe ji dest bidin. Kaya da zanîn ku berpirsyarê hezana Şirnexê ji berpirsê Soma ne cudatir e û got: “Berpirsên hemû kanên madenê heman berpirsin.”