STENBOL - Li Stenbolê di operasyona li dijî ESP, SGDF, EHB û ETHA'yê de gelek kes hatin binçavkirin.
Li Stenbolê li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) û Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA)'yê operasyon hat lidarxistin. Hat zanîn ku operasyona bi şev dest pê kir, heta berdestî sibehê ku dewam kir, gelek kes hatin derbkirin û binçavkirin.
Di operasyonê de edîtora ETHA Îsmînaz Temel û nûçegihana ETHA’yê Havva Cûştan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat ragihandin ku operasyon didome.
Balkêş e ku polîsên tîmên taybet ên girtin ser mala Havva Cûştan li ser dîwarên malê “gurên boz” nivîsandin.