ENQERE- Girtiyê siyasî Ozay Ozer ku li Girtîgeha Xarpêtê tê girtin, ragihand ku hevalên wan Bulent Akar û Leşker Acar ji cem wan birine û ji roja ku birine ew tu agahiyê ji wan wernagirin.
Girtiyê bi navê Ozay Ozer ku li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê tê girtin, nameyek şand û di nameya xwe de li aqûbeta hevalên xwe yên bi navê Bulent Akar û Leşker Acar pirsî. Ozer, di nameya xwe de diyar kir ku di 14'ê Îlona 2017'an de komeke ji 25 kesan pêk dihat û bi kincên "Robocop" hatine hevalên wan birine odeyên yekhucreyî û ji roja ku wan birine heta niha ew tu agahiyê ji wan wernagirin.
'GEF LI ME HATIN XWARIN'
Ozer di berdewamiya nameya xwe de ev tişt gotin: "Hevalên me bi zorê birin. Lê dema me aqûbeta wan ji rayedaran pirsî gefên wek 'Îjar em ê ji we bipirsin, em kengî bixwazin em ê bibin' li wan hatine xwarin. Bi tu awayî em xeberê ji hevalên xwe wernagirin. Em nikarin tu mafê xwe jî bi kar bînin."