ENQERE– Dibe ku di serdema nû ya Meclîsê de parlementeriya Leyla Zana bê betalkirin. Dema Zana hat hilbijartin jê hatibû xwestin ku sonda ku xwariye dubare bike, lê belê Zanayê dubare nekir. Lê belê heke Zana daxwaza mafê parastinê bike, dê jê bê xwestin ku dubare sondê bixwe.
Piştî hilbijartina giştî ya 1'ê Mijdara 2015'an sonda Parlementera HDP'ê ya Agiriyê Leyla Zanayê nehatibû qebûlkirin û ji ber vê nikaribû di nav fealiyetên qanûnçêkirinê de cih bigire û her wiha ji bo betalkirina parlementeriya wê jî li komîsyonê pêvajoyeke hat destpêkirin û hîn jî didome. Lê belê dibe ku jê bê xwestin parastina xwe ji nû ev bike. Ji ber ku sond nexwar di çarçoveya fealiyetên qanûnçêkirinê de Zana nikaribû tevlî 212 rûniştin û xebatên komîsyonê bibe. Ji ber "bêdewamiyê" betalkirina parlementeriya wê di civîna Dîwana Serokatiyê ya meha Tîrmehê de ket rojevê. Piştî betlaneyê Meclîsê dîsa dest bi xebatan kir û ji bo rewşa Zanayê liv û tevger dest pê kirin.
Zana di 1'ê Mijdarê de daxuyandibû ku ew ê sonda xwe nû neke. Lê belê heke bixwaze mafê xwe yê parastinê bi kar bîne, divê pêşî sondê bixwe. Heke Zana parastinê bike û bê Desteya Giştî, li gor rêziknameya hundurîn dê Serokê Meclîsê an jî Serokwekîl ji bo sondxwarinê Zanayê vexwîne ser kursiyê. Lê belê heke Zana sondê nexwe, dê bê xwestin ku ji eywana Desteya Giştî derkeve. Di rewşeke wisa de dê nikaribe mafê xwe yê parastinê bike.
Lê belê hin çavkaniyên HDP'ê dibêjin ku heke Zana parêziyê bike, dê beriya sondxwarina li Desteya Giştî axaftina wê bê astengkirin. Li gor HDP'iyan; heke mafê parêziyê bê astengkirin dê kirarî li gor usûlê neyê kirin û kêm bimîne û her wiha îhtimala nederbasdariya biryara ku bê dayîn zêde ye.