STENBOL – Serokê Giştî yê ÎHD'ê yê berê û siyasetmedar Akin Bîrdal, di warê binpêkirina mafan de Tirkiyeya salên 90'î û ya 2017'an berawirdî hevdu kir û wiha got: "Em li cihekî ku ji salên 90'î xerabtir û talûketir in."
Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û siyasetmedar Akin Bîrdal, di warê binpêkirinên mafan de Tirkiyeya salên 1990'î û Tirkiyeya 2017'an berawirdî hev kirin. Bîrdal, diyar kir ku niha li Tirkiyeyê mafên mirovan di bin piyan de ne û wiha got: "Ji wê rojê heta niha bi gelek bedêlên giran û hewldanan me destketinên mafên mirovan bi dest xistin, lê belê niha yeko yeko tên tunekirin."
Bîrdal diyar kir ku biryarên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dide ji bo Tirkiyeyê ne texilker in û wiha got: "Rola texilker a mekanîzmaya Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ji holê hat rakirin. Talûkeya herî mezin ji ber vê ye. Di warê mafên mirovan de bi ya min li cîhanê erd hejiya. Dema li wir diheje li vir bêtir tevlî hev dibe. Pirsgirêkeke wisa xwe dide der."
‘JI SALÊ 90'Î PAŞVETIR E'
Bîrdal Tirkiyeya navbera salên 1990-2000'î û ya sala 2017'an berawirdî hevdu kir û ev tişt gotin: "Bi ya min xerabtir e. Niha tê gotin ku gelo ber bi salên 90'î ve diçe. Na, ber bi rewşeke hîn xerabtir û paşvetir ve diçe. Çimkî, gotina qey em vedigerin 1990'î bereksê diyalektîkê ye. Ji sala 1990'î heta niha 27 sal derbas bûne. Heke di 27 salan de gavek nehatibe avêtin, jixwe ev tê wateya ku tu paşdemayî yî. Diviya tiştên baş çê bibûnan, lê nebûn. Çimkî mirovahî, zanist, çand, teknolojî bi pêş ve diçe. Ji ber vê ev pênase ne rast e. A rast em li cihekî ku ji salên 90'î xerabtir û talûketir in."
Bîrdal, diyar kir ku Tirkiye di vîrajê de ye û ji bo derketina ji vîrajê jî ev tişt gotin: "Beriya her tiştî divê kesên di warê binpêkirina mafan de bi sabiqe ne bên darizandin. darizandina adil û mafê parastinê ji bo mafên mirovan bivê nevê ne. Îro hûn nikarin xwe biparêzin û bi awayekî adil nayên darizandin." Bîrdal, dest nîşan kir ku di salên 90'î de piştevanî zêde hebû û bi awayekî zêde deng derdiketin û wiha domand: "Lê niha mirov ditirsin. Lê belê divê em li hemberî tirsê têk neçin. Ji bo vê jî hevkarî, piştevanî û têkoşîna hevpar divê."
‘ZINDAN VEGUHERÎN HÊLÎNA ZAROKAN'
Bîrdal dest nîşan kir ku dema AKP di sala 2002'yan de bû îktîdar 7 hezar kes di girtîgehan de bûn û wiha got: "Lê niha zêdeyî 237 hezar kes hene." Bîrdal diyar kir ku a rast Tirkiye veguheriye girtîgehekê û wiha got: "Berê me ji bo zarokên xwe yî dihatin kuştin digot Tirkiye veguheriya goristana zarokan, lê niha zindan veguherîne hêlînên zarokan."
MA / Sadiye Eser - Muhammet Doğru