Tuncel: Êdî dem dema avakirina pergala wekhev û azadîxwaz e

img

AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel, diyar kir ku divê êdî jin ji weziyeta serhildan û îtirazê ber bi weziyeta avakirinê ve biperisin û wiha got: “Wek a ku jinên Şoreşa Rojavayê dikin. Li dijî pergalên serdest û modernîst ên nêrza êdî dema avakirina pergala wekhev û azadîxwaz hatiye.” 

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tuncel ji Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê pirsên Ajansa Mezopotamyayê (MA) bersivandin. 
 
‘DIVÊ JIN ÊDÎ PERGALA XWE WEKHEV Û AZADÎXWAZ AVA BIKIN’
 
Tûncel, diyar kir ku krîza pergala modernîteya kapîtalîst bandorê li ser hemû mirovahiyê dike, lê belê herî zêde jî bandorê li jinan dike. Tuncel, dest nîşan kir ku jixwe sedemeke sereke ya krîza pergalê jî tunekirina jinê ye û hevsengiya wekheviya jin û mêr bike para mêr. Tuncel, anî ziman ku di vê pergalê de qadek tune ye ku jin bêhna xwe bistîne û jiyana xwe bi awayekî azad îdame bike. Tuncel got ku ji bo avakirina pergaleke civakiyî ya azadîxwaz, wekhev û ekolojîk li hemberî pergala heyî têkoşînek heye. Tûncel diyar kir ku divê li hemberî êrîşên pergala heyî jin li ber xwe bidin û wiha got: “Wek mînaka Şoreşa Rojavayê ya ku divê bê kirin ew e ku li dijî pergalê pergala demokratîk, ekolojîk, azadîxwaz bê birêxistinkirin.” 
 
Tuncel, dest nîşan kir ku ji bo vê yekê jî divê torên piştevaniyê yên navnetewî bên avakirin û wiha got: “Ev xebat zaf biqîmet in, lê belê li gor min divê êdî jin ji weziyeta serhildan û îtirazê ber bi weziyeta avakirinê ve biperisin. Wek ya ku jinên Şoreşa Rojavayê dikin. Li dijî pergalên serdest û modernîst ên nêrza êdî dema avakirina pergala wekhev û azadîxwaz hatiye.”
 
‘BI PÊŞNIYARÊN OCALAN JIN DI WARÊ BÎRDOZÎ DE SERKETINEK MEZIN BI DEST XISTINE’
 
Tuncel diyar kir ku ev pirsgirêkên ku wê li jor behs kirine, jinên kurdistanî jî bi wan re rû bi rû ne, lê belê di warê têkoşînê de siûda herî mezin a jinên kurd ew e ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi nêrîn û pêşniyarên xwe yên der barê azadiya jinê de di civaka Kurdistanê de guherîn û veguherînek çê kiriye û wiha domand: “Ev yek di têkoşîna jinê de, ji bo jinan rihetiyek peyda kiriye. Jinên kurd di warê bîrdozî, polîtîk de serketinek mezin bi dest xistine. Lê belê hîn jî di warê civakîbûyîna xeta azadîxwaz a jinê de pirsgirêkên me yên cidî hen.”
 
Tuncel, diyar kir ku têkoşîna jinên kurd ji bo jinên cîhanê dibe mînak û wiha got: “Gotina Serokê Xwesiriyê yê Katalonyayê ku got ‘Em berxwedanê ji kurdan hîn dibin’ bi ya min zaf girîng e. Bi taybetî jî jin û ciwanên ku li Rojavayê ji bo mirovahî û gelên Rojhilata Navîn li ber xwe didin, bandoreke mezin li ser gelên cîhanê kiriye û ev yek cihê hêvî û kêfxweşiyê ye. Ya ku ev hêvî peyda kiriye jî xeta ekolojîk, jin û azadiyê bi xwe ye.” Tuncel, anî ziman ku îro berxwedana jinên kurd ku ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê  ji bo hemû jinên cîhanê bûye îlham. Tuncel diyar kir ku bi taybetî berxwedana jinên kurd a piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê li hemû cîhanê bûye cihê hêviyeke mezin. 
 
Tuncel, balê kişand ser tayînkirina qeyûman û êrîşên qeyûman ên li ser destketinên jinan û wiha got: “Qeyûm pêşî berê xwe dan destketinên jinan. Ev ne tesaduf e. Qeyûmên ku nûnerên pergala serdest a nêrza ne û hevkarên îktîdara siyasî ne xeta me ya azadiya jinê hedef girtine û saziyên jinan girtine. Lê belê bi girtina saziyan û dagirkirina avahiyên şaredariyan daxwazên jinê yên azadî û wekheviyê ji holê nehatine rakirin. A rast bi sepandinên qeyûman careke din derket holê ku ka ev çi qas girîng e.” 
 
‘PÊDIVÎ BI YEKÎTIYA JINAN HEYE’
 
Tuncel, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê li dijî jinan êrîş hene û ev tişt gotin: “Di vê rejîmê de cihê jina azad tune ye. Tê xwestin ku civakeke zayendparêz, netewperest, mîlîtarîst bê afirandin. Ji perwerdehiyê heta tenduristiyê, ji çandê heta gavên din hemû jin li gor vê zemîna bîrdozî tên sererastkirin. Vê feraseta ku jinê wek koleyan dibine, li kuçeyê, li mînîbusê, li Meclîsê her roj derdikeve pêşberî me.” Tuncel, diyar kir ku divê li Tirkiyeyê jinên sosyalîst, femînist, aktivîst nîqaş û nanokiyên xwe deynin kêlekekê û li hemberî êrîşên li dijî hebûn û azadiya jinê bên gel hev û piştevaniyê xurt bikin. Tuncel wiha got: “Ji her demê bêtir niha pêdivî bi yekîtiya jinê heye. Têkiliya bi tevgera jina azad a kurd re hatine danîn, divê zemîna tifaqa têkoşîna hevpar bê zêdekirin. Careke din hewce ye ku hemû jin û tevgerên jinan hay ji vê rastiyê hebin. Êrîşa li dijî ked û desteketina jinekê, li me hemûyan tê kirin.” 
 
Tuncel ji bo, erka marbirînê ya miftîtiyan jî wiha got: “Li Tirkiyeyê ji bo berbelavkirina zewaca di temenê biçûk û pirzewaciyê de her roj sepandinên nû dikevin rojevê. Niha jî erka marbirînê didin miftîtiyan. AKP bi vê qanûnê dixwaze ji dêvla dewleteke huqûqê û demokratîk huqûqa şerîatê esas bigire.” Tuncel dest nîşan kir ku li hemberî îtaata mêr û dewletê helbet çareya jinê heye û wiha got: “Tevî hemû zext û zoriyan jî heke jin ji van pêkanînan re dibêjin ‘na’ û li kuçeyan dengê xwe bilind dikin, nexwe têkoşîna jinê têkoşîneke zaf qîmetdar e.” 
 
Tuncelî dest nîşan kir li dijî êrîşan kampanyayên HDP û TJA’yê jî hene û wiha got: “Kampanyayên ji aliyê TJA û meclîsa jinê ya HDP’ê hatine destpêkirin ji bo azadiya jinê, ji bo bidawîbûna şerê li gelan tê ferzkirin, ji bo bidawîbûna polîtîkayên mîlîttarîst û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, ew kampanya ne ku hevdu temam dikin.” Tuncel diyar kir ku di warê civakîbûna xeta azadiyê ya jinê û rêxistinbûyîna wê de ev kampanya firsendeke girîng in. 
 
Her wiha Tuncel ji bo Fakulteya Jineolojiyê ku li Rojavayê hat avakirin jî ev tişt gotin: “Avakirina Fakulteya Jîneolojiyê ji bo sazîbûyîna pergala jinê, pêkanîna xebatên zanistî û akademîk û ji ber ku dê ev destketin li hemû jinên cîhanê belav bibe destketineke dîrokî ye. Mesele tenê ne vekirina fakulteyekê ye, wê ev yek careke din jinê vegerîne ser koka xwe ya berê. Wê heqîqeta ku heta niha ji aliyê pergala serdest a nêrza ji civakê hatiye qutkirin careke din xwe bigihîne civakê û wê dîroka jinê ya hatiye tunekirin careke din bi perspektîfa bîrdoziya jinê esas bê girtin.” 
 
Tuncel, der bar rewşa girtîgehan de jî dest nîşan kir ku bi taybetî li girtîgehên nû hatine vekirin bi awayekî zêde binpêkirinên mafan xwe didin der. Tuncel, anî ziman ku li hemberî binpêkirinên mafan ên li girtîgehên wek Xarpêt, Wan, Tarsûs û Alanyayê girtiyên polîtîk li ber xwe didin û zilma tê kirin teşhîr dikin. Tuncel, diyar kir ku tenê têkoşîna girtîgehan têr nake, divê tevî malbatan hemû civak li dijî van derhuqûqiyan raweste û binpêkirinên mafan, tecrîdê teşhir bike. Tuncel wiha got: “Pêvajoya li pêş me wê bibe pêvajoyeke afirandina ‘kincên yektîp’, ‘mirovên yektîp’. Kesên di girtîgehan de divê bi awayekî hevwext li dijî van sepandinan tev bigerin. Bi vê munasebetê bang li hemû gelê me dikim ku li hemberî pêkanînên li girtîgehan hesas bin û bi hestiyarî tev bigerin.” 
 
MA / Semra Turan 
 
 

Sernavên din

19/10/2017
14:44 Cezayê Parlamenter Encu hat erêkirin
14:32 Dosyeya Yurt Atayun şandin Cezayê Giran
14:31 Li Kolana Yukselê 5 çalakvan hatin binçavkirin
14:23 Îdiayên balkêş: Hakan Fîdan beşdarî operasyona Kerkûkê bû
14:18 'Divê hevdîtin bi Ocalan re pêk bê’
13:59 Dadgeha Iraqê der balê Kosret Resûl biryara girtinê derxist
13:40 Girtiyê nexweşê pançeşêrê 6 meh e nebirine nexweşxaneyê
13:33 Heyeta Îmraliyê: Divê em demil dest biçin giravê
13:21 Hêjmara binçavkirinên li Mêrsînê derket 8’an
12:50 Malbata Cuma Îmen înfaz bir darazê
12:23 Êzidî ji bo Ocalan di nobetê de ne
12:22 Tanrikulu: Li Şirnexê hilberîn qaçax be jî bazarî qanûnî ye
12:14 YPJ'e serkeftina Reqa diyarî Ocalan û jinan kir
11:52 Parêzerên Ocalan cara 697’an serlêdan kirin
11:45 Pirsgirêka kurd aborî têk bir: Ji bo parastinê 92 milyar hat veqetandin
11:23 Li Qada El Neimê ya Raqqa weşana zindi
11:16 Rewşa dawî ya bajarên Kurdistana Federe
11:06 38 girtiyên sewqî Girtîgeha Patnosê hatin kirin, hatin îşkencekirin
11:05 'Gava mijar dibe jin ked xuya nake'
11:05 Li Rihayê 3 zarok mirî hatin dîtin
11:04 Guven: Divê çalakiyên li dijî tecrîdê li tevahiya cîhanê belav bibin
11:02 Rojên Çand û Hunera Kurdî ya Stenbolê dest pê dikin
11:01 Ji bo înfazê asteng bikin çûn, lê 10 sal ceza li wan hat birîn!
11:00 Şaredariya Çinarê 152 kîlometre rê ya gundan çê kir
10:55 KCD: Li dijî dagirkirina Başûr roj roja yekîtiyê ye
10:52 Dozger: Polîs bi helwesta kuştinê êrîş kir
Parêzer: Divê polîsê ku ew kuşt demil dest bê girtin
10:42 Zêdeyî 2 hezar û 500 şervan derman kirin
10:40 Walî li 4 navçeyên Amedê derketina kolanan qedexe kir
10:20 Dozger got ‘PKK'î ne’ lê nasname tespît nekirin!
10:15 Rojnameger û nivîskar Vedat Çetîn hat binçavkirin
10:02 Gelê Hatayê bi fikar e
09:58 Malbatên Soma: Berpirsyarên komkujiya Şirnexê jî heman kes in
09:58 Rojnameger jî di nav gelek kes hatin binçavkirin
09:44 Gelê Amedê: Li Girava Îmraliyê çi diqewime?
09:25 Girtîgehê rapora binpêkirina mafan a girtiyan sansur kir
09:24 Li Xarpêtê nayê zanîn ku 2 girtî birine kuderê
09:23 Dibe ku parlementeriya Zanayê bê betalkirin
09:22 Akin Birdal: Rewşa Tirkiyeyê ji ya salên 90'î xerabtir e
09:22 Hem mamoste, hem ozana gel û hem jî werzîşvan e
09:20 Pêşî navê wê guherandin, paşê deriyê wê qefilandin
09:20 Tuncel: Êdî dem dema avakirina pergala wekhev û azadîxwaz e
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2017'AN
18/10/2017
18:25 Dozger ji bo kuştina Kemal Kurkut cezayê muebetê xwest
17:47 KCD HDP û DBP'ê malbatên karkeran ziyaret kir
17:24 Waliyê Dêrsimê gundiyên hatin kuştin “hevkar” îlan kir
17:19 MMO: Kana Şirnexê ne qaçax bû, bincil kirin
16:14 Rojnamegerên rastî êrîşê hatin serî li ÎHD'ê dan
16:04 11 meh ceza dan Midûra Rojnameya Evrenselê
15:34 Endamên SES'ê 10 meh in li benda îdianameyê ne
15:26 Ji Reqayê wêneyên azadiyê
14:48 Di çalakiya Yukselê de 3 kas binçav kirin
14:43 YPJ dê rizgarkirina Reqayê li Qada El Neîm ragihîne
14:28 Misûl di 8.5 mehan de Reqqa di 4 mehan de rizgar bû
14:27 Serdozger daxuyaniya 'qaçax' a wezaretê derewand
13:57 'Di 10 rojan de 20 jin hatin kuştin’
13:23 Komek din a leşkerên Iraqê anîn Xabûrê
13:08 Amadekariyên gava 2’yemîn a xerakirina Sûrê des pê kir
13:06 KCD: Hikûmeta AKP'ê berpirsiyar e
13:00 Li Bursayê 6 kes hatin girtin, li Stenbolê 10 binçavî
12:47 Rojanemeger Çakmakçî hat berdan
12:33 Cîlvegozu carek din ji TIR’an re vebû
12:28 Welatiyên paşnavên wan eynî ne hatin binçavkirin
12:21 Îdîaya Şaredarê Nîgdeyê Akdogan dan îstîfakirin
12:11 Polîsan jinek binçav kirin
12:09 ‘Bi zorê îfade bi me dan îmzekirin'
12:05 Têlikdarî hezana Şirnexê 3 kes hatin binçavkirin
12:04 Heyeta Îmraliyê ji bo hevdîtina Ocalan serî li wezaretê da
11:58 Ocalan a HDP'î cînayeta Helîn Palandoken ji meclîsê pirsî
11:50 Ev leşker ji ber çi bêdeng hat veşartin?
11:35 2 salin girtî ye lê îdîanamene tune
11:27 'Biryara der barê Kaçmaz de dê rê li ber darizandina kujerê Hêlînê jî veke'
11:25 Îşkence li girtîgeha Osmaniyê bûye ji rêzê
11:20 Bîrlîk: Berpirsê vê komkujiyê hikumet e
11:08 Rûniştina doza tacîzvanê zaroka 15 salî sibê ye
11:04 Rêxistinên civaka sivîl: Dirêjkirina OHAL’ê fikaran zêde dike
11:00 Turkdogan: Berpirsyarên revandinan hikumet e
10:34 Dayika Elmas a 84 salî 37 salin li benda Hayrettîn e
10:12 Fermandara YJŞ’ê Şengalî : Heta êzidiyek dîl mabe emê têbikoşin
09:54 Şaredariya AKP'î Riha parsêl bi parsêl firot alîgirên xwe
09:53 Kana ku piştî Wezaretê di 2013’an de girt 3 hezan pêk hatine
09:25 Malbata ji Reqayê li Serêkaniyê tev li komîna gund bû
09:24 Suavî: Pira navbera huner û civakê xerakirine
09:22 ‘Bi qanûna torbeyî dixwazin debara gundiyan desteser bikin’
09:21 Sobevanên Wanê: Roj bi roj em îflas dikin
09:19 Li 52 pêravan 52 keviran kom dike û dineqişîne
09:18 Li dijî Fast foodlarê 'Xwarinpêja Sevgî Saadet'
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2017'AN
17/10/2017
22:59 Ustun li cem xwişka xwe ku di jêrzemînên Cizîrê de hatibû kuştin hat definkirin
22:39 Li Edeneyê jinek hat qetilkirin
21:57 Li Marmarîsê 2 rêveberên HDP’î hatin girtin
21:07 OHAL dîsa hat dirêjkirin
20:50 Parêzeran bertek nîşanî biryara tehliyekirina polîsê ku birayên Yildirim kuştin da
20:18 Hejmara karkerên li kana Şirnexê jiyana xwe ji dest dan gihaşt 7’an
19:25 Piştî êrîşan Barzanî daxuyanî da: Çi hewce be dê bê kirin
18:41 Daxwaza hevdîtinê dîsa hat redkirin
18:15 Navê karkerên li Şirnexê jiyana xwe ji dest dan diyar bûn
17:32 Bersûcê komkujiya zindana Amedê: Ez ji xwe şerm dikim
17:24 Parlementerê Tevgera Îslamî Qeladîzeyî jiyana xwe ji dest da
17:11 ÎHD, TÎHV, ÇHD û OHP: Bi kincên yek rengî civakê ceza dikin
17:00 Hevdîtin bi dawî bû: Me meseleyên welat nirxand