DÊRSÎM - Waliyê Dêrsimê Gokhan Keskîn ê ji bo pêdiviyên zivîstanê dar kom dikir, di operayona li gundê Sarisalkim ê Pulurê de hat kuştin, mîna “hevkar û qasid” îlan kir.
Li çoltera gundê Sarisalkim a navçeya Pulura Dêrsimê leşker duh di seatên şevê de derketin operasyonê. Di operasyonê de pevçûn derket û helîkopter derdor bombebaran kir. Piştre, hat zanîn ku Gokhan Keskîn ê 27 salî ku ji bo pêdiviyên zivîstanê li çolterê dar kom dikir, jiyana xwe ji dest da û agahî ji Kadîr Akar ê ji heman gundî dijî, agahî nayê girtin.
Gundiyan, diyar kir ku li qada gundî lê darên zivistanê kom dikin, operasyonê dest pêkir, leşkaran herêm dorpêç kirin û agahî ji Keskîn û Akar nagirin. Malbatên Keskîn û Akar ên serî li Fermandariya Cendirmeya Nevçeyê dan, dest nîşan kir ku Gokhan Keskîn dinavbera pevçûnan de ma û jiyana xwe ji dest da, lê ji Akar hîna jî agahî nayê girtin.
Waliyê Dêrsîmê têkildarî pevçûnê daxuyanî da. Walî di daxuyaniya xwe de têkildarî Gokhan Keskîn û kesekê ku navê wî neda yên darên zivistanê kom dikir de, wiha got: “Fermandariya me ya Cendirmeya Bajêr a Dêrsimê di 17’ê Cotmeha 2017’an de di çarçoveya operasyona li darxist de, rastî komek endamên rêxistinê yên terorîst ku erzaq amade dikir hat û şer derket. Di şer de kesê ku ji bo terorîstan erzaq amade dikir hevkar/qasid dinavbera şer de ma û jiyana xwe ji dest da. Kesek hevkar/qasid û 2 terorîst jî ji cihê bûyerê reviyan.”
Cenazeyê Keskîn ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê û pişt re jî şandin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê.
BERÊ JÎ GOTIBÛ ‘HEVKAR’
Waliyê Colemergê jî ji bo Mehmet Temel ê di 1’ê Îlonê de, di bombebaran SÎHA yê de jiyana xwe ji dest da, got ku “terorîst” û “Hevkar e.”