STENBOL - Helbestvan Rêdûr Dîjle, li navçeya Beyoglu ya Stenbolê bi xwînerê xwe re hat cem hev û pirtûkên xwe îmze kirin. Dijle, diyar kir ku divê helbestên kurdî çavkaniya jiyana kurdan vebêjin.
Niviskar û helbestvanê kurd Rêdûr Dîjle, li navçeya Beyoglu ya Stenbolê li Cafeya Şevin Terasê bi xwînerên xwe re hat cem hev û pirtûkên xwe îmze kirin. Dijle, di bernameyê de gotûbêj kir û helbest xwend. Piştre pirtûk îmze kirin.
Dicle, diyar kir ku divê di helbestên kurdî de êş, kêf, şahî hebe û di helbestan de çavkaniya jiyana kurdan hebe. Dijle, anî ziman ku wî êş û kêfa kurdan di helbest û çîrokên xwe de anîye ziman û çavkaniya xwe ji jiyana kurdan girtiye. Dîjle, da zanîn ku di helbestên wî de eşk tune ye û wiha got: "Her helbestvan hestê xwe nîşan dide. Min jî bandora erdnîgariya ku liser jiyana min kiriye nivîsiye. Tişta ku ez jiyame ji polîtîkayê ne dûr e. Min di hemû helbestên xwe de kêf û êşa civakê ya jiyanî û polîtik nivîs." Dîjle, piştî gotûbêjê pirtûka Kêsek û wergera Hevserokê HDP'ê yê berê Selahattin Demirtaş a Seher îmze kir.