STENBOL - Polîsan bi ser avahiya HDP'ê ya Navçeya Sancaktepe ya Stenbolê de girt. Polîsan di serdegirtina avahiyê de 16 kes binçav kirin.
Yekîneyên polîsan bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Sancaktepeyê de girtin. Polîsan di serdegirtina avahiyê de hevseroka HDP'ê ya Sancaktepeyê Îlknur Yusufoglu û Rêveberê HDP'ê yê Stenbolê Nevzat Kiliç jî di navde herî kêm 16 kes binçav kirin. Polîsan li avahiyê lêgerîn kirin û destûr nedan kes nêzî avahiya HDP'ê bibin. Hat zanîn ku polîsan li ser îxbarê bi ser avahiya HDP'ê de girtine.
Polîsên ku derî şikandin û ketin avahiya HDP'ê, alav û amûrên partiyê belav kirin. Polîsan li ser depê sipî nivîsa "An devletê bê serî an jî qijika reş dê têkeve laş" nivisandin. Hat diyar kirin ku bi îxbara “posterên derzagonî" heye polîsan biser avahyê de girtiye. Kesên di serdegirtina avahiyê de hatin binçavkirin wiha ne:
Hevseroka HDP'ê ya Sancaktepe Îlknur Yusufoglu, Reveberên HDP'ê yên Stenbolê Nevzat Kiliç, Sitki Akbaş, Cahit Avci, Mahmut Kahraman, Muhsin Demîr, Nesim Kiliç, Îsmet Çam, M. Nuri Goksu, Sabat Karul, Abdurrahman Irmak, Nurettin Şevlîk, Temel Akçan, Nazli Ural, Yunus Kaya, Lokman Akçan.