NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekara kurd Meryem Ferecî a 9 roj berê polîsên rejîma îranê li Tehranê binçav kirin, îro cenazeyê wê yê hatiye şewitandin hat dîtin.
Xwendekara kurd Meryem Ferecî ya li Tahranê dijî, 9 roj berê ji aliyê polîsên rejîma Îranê ve hat binçavkirin. Ferecî ku 9 rojin agahî jê nehat girtin îro cenazeyê wê hat dîtin. Têkildarî mijarê Kampanyaya Parastina Girtiyên Siyasî û Medenî nûçeyek parve kir û da zanîn ku cenazeyê Ferecî hatiye dîtin. Li gorî nûçeyê di êvara 14’ê tîrmehê de polîsên Tehranê cenazeyê jina hatibû şewitandin dît. Di testa DNA’yê de diyar bû ku cenaze yê xwendekara kurd Meryem Ferecî ku 9 roj berê winda bûbû ye. Ferecî di dema xwepêşandanên par de û di çalakiyên destpêka sala 2018’an ên li Îranê de hatibû binçavkirin. Di nîsana îsal de jî ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Îtlaata Îranê ve 3 sal cezayê girtîgehê û 2 sal jî cezayê qedexeya çûna derveyî welat lê hatibû birîn. Piştre jî Ferecî bi şertê kontrola edlî hatibû berdan.