STENBOL - Li navçeya Bagcilar a Stenbolê 392 zarokên di sala 2017'an de rastî îstîsmarê hatin piştî ducanî man serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê dan, derket holê serî li maqamên edlî nedane. Serdozgerê Komarê yê Bakirkoyê piştî îstîsmar derket holê der barê mijarê de lêpirsîn dan destpêkirin.
Li Navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê 115 zarokên ku rastî îstîsmarê hatibûn û ducanî bûbûn serî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Kanuni Sultan Suleyman dabûn. Piştî der barê 115 zarokên rastî îstîsmarê hatin de serî li meqamên edlî dabûn, lêpirsînê dest pê kiribû. Niha jî derket holê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Bagcilarê 392 zarokên ducanî serlêdan kiriye û der barê rewşa zarokan de tu kar û barên qanûnî û hiqûqî nehatine kirin. Li gorî nûçeya Oda TV di 7'ê Gulana 2018'an de li ser giliyekî rastiya bûyerê derket holê. Hat zanîn ku di nava sala 2017'an de 392 zarokên Sûriyeyî rastî îstîsmarê hatine û ji ber ducanî mane birine nexweşaneyê.
Hat zanîn ku serdozgerê Komarê yê Bakirkoyê piştî bûyer derket holê der barê bûyerê de lêpirsîn daye destpêkirin.