NAVENDA NÛÇEYAN - Heyeta dadgehê, bi îdîaya heqaret li Serokomar Erdogan kiriye 11 meh û 20 roj cezayê girtîgehê li Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Evrenselê Çagri Sari birî.
Midûrê Karê Nivîsê yê Rojnameya Evrenselê Çagri Sari bi îdiaya ku heqaret li Serokomar Erdogan kirî doz hatibû vekirin. Di vê dozê de 11 meh û 20 cezayê girtîgehê li Sari hat birîn.
Rûniştina doza biryarê ya Midûra Karên Nivîsan a Rojnameya Evrenselê Çagri Sari, li Dadgeha Asliye Ceza ya Bakirkoyê hat dîtin. Heyeta dadgehê bi idîaya heqaret li Serokomar Erdogan kiriye 11 meh û 20 roj cazayê girtîgehê birî. Heyetê, ji bo ku Sari yekem car tê cezakirin û sekna wê ya baş cezayê wê kêm kir û salek cezayê kontrola edlî ku serbest bê darizandin lê birî.
Sari têkildarî biryarê daxuyanî da û diyar kir ku Rojnameya Evrenselê ji vebûna xwe ve nameyên karkeran diweşîne û wiha got: "Ev nameya ku me waşand jî li ser referandumê nameya karkerek e. Karker di nameya xwe bi zimaneke siyasî rexne kiriye û gotiye Kuran di dest de daketina kolanan û helwesta wî ya piştî 15’ê Tîrmehê rexne dike. Ev hemû di nava vegotina azadiya raman de mafê karker e. Em bi biryara ku dixwazin me rojnamegeran û Evrenselê bitirsînin qebûl nakin û red dikin. Em ceza qebûl nakin û em dê itîroz bikin."