* Esnafên Gimgimê ji ber krîza aborî bi gazinin û gotin: “Ên me xurbetê êdî nayên. Sewlkarî û çandinî xelas bû. Her roj zem heye. Zextên OHAL’ê zêde dibe. Pişta me şikest. Pêdiviya welêt bi aştî û aramiyê heye.”
* Parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Erol Katircioglu, bal kişand ser polîtîkayên rejîma nû ya aboriyê û wiha got: "Ev rejîm dê di demek pir nêzîk de Tirkiye têxe neqeba bêserî. Heta ku di vê hişmendiyê de guhertin çênebe ev krîza aborî rast nabe û ev çerx nazîvire."
* Cotkarên fistiqên Rihayê wek zarokên xwe li darên fistiqan dinêrin. Cotkaran diyar kir ku ji ber barîna zêde ya baran û teyrokê keda wan vala çûye û dewletê kêm piştevanî daye wan.
Ji ber ku krîza aborî xera bûye, piştevaniya ji bo cotkaran kêm e, mazot û tiştên din ên pêwîstiya ji bo çandiniyê biha dibe cotkar rojên herî dijwar û tegezar dijîn. Li Farqînê cotkarên garis diyar kirin ew zerarê dikin û sala bê dê dest ji çandiniya garis berdin.
* Hevserokê Odeyên Endezyariyên Madenan (MMO) ya Şaxa Amedê Dogan Hatun aşkera kir ku li Geliyê Dîcle 6 jê bi destur û 4 jê jî bê bestur bi giştî 10 kanên xîzê li gel wêrankirina xwezayê rê li ber qirkirina çandî jî vedikin.
* Li bajarê Erdexanê piştî "Pêvajoya çareriyê" herî kêm li 450 endam û rêveberên HDP û DBP’ê doz vebû. Prz. Yaşar Kaya, diyar kir ku ew rastî pêikaninên li dijî hiqûqê tên û wiha got: "Li vir misqala hiqûqê jî tune ye."
* Şanoger Orçun Masatçi, bal kişand ser zextên li ser çand û hunerê û diyar kir ku ger huner azad nebe ew civak jî azad nabe û xwest zextên li ser hunerê bi dawî bibin. Masatçi, bang li her kesî kir û xwest li dijî zextên li ser hunerê bi hevre dengê xwe bilind bikin.
* Nivîskara pirtûka destan a Rojnamegeriya Lêkombûna Zayenda Çivakî Elif Akgul, diyar kir ku zimanê nûçeyê bandora xwe li ser teşekirina civakê dike û xwest li ziman baldar bin. Nivîskara pirtûkê Çiçek Tahaoglu jî xwest rojnameger zimanê ku hildibijêrin û pê nûçe dinivîsin her dem di lêpirsînê re derbas bikin.
* Seroka Giştî ya Egîtîm Sen'ê Feray Aytekin Aydogan, diyar kir ku ji sala 2012'an heta niha pêl bi pêl pergala perwerdehiya bi pere dixin meriyetê û wiha got: "Îktîdarê pergala 'bi qasî pereyên xwe perwerde' bi temamî xistin meriyetê."
*Parêzer Ceren Şîmşek, nîqaşên “Xesandin” û “Darvekirinê” yên derbarê bûyerên îstîsmara zarokan de nirxand û got: “Xwesandin nîqaş kirin, tê wateya rewa kirina tecawizê.”
* Kiymet Dogma ya kurê wê Jêhat Dogma li Geverê ji aliyê tîmên teybet ve bi 13 guleyan hat kuştin, 2 salin li edaletê digere. Dogma, ya tevî îşligê kurê xwe yê bi xwîn ku 13 gule lê ketine radizê, diyar kir ku ger rojekê edalet pêk bê, dê îşligê kurê xwe di gora wî de veşerê.
*HDK, dê 4'emîn Civîna Meclîsa Giştî ya Serdema 8'emîn li avahiya giştî ya Stenbolê pêk bîne û di civînê de pêvajoya siyasî û hilbijartina derbasbûyî binirxîne û ji bo pêvajoya nû dê biçe plansaziyekê.(10.00)