STENBOL - Karkerên Flormar û Jin Bi Hevre Bi Hêz in, li Kadikoyê di forumê de hatin cem hev. Ji karkerên Flormarê Ayşe Guley, diyar kir ku ew mafê xwe yê Qanûna Bingehîn diparêzin û têdikoşin û wiha got: "Em dê ji bo vî mafê xwe heta dawî şer bikin."
Karkerên Flormarê û Jin Bi Hevre Bi Hêz in, ji ber ku sendîkayî ne ji kar hatin avêtin. Karkerên ji kar hatin avêtin ji 15'ê Gulanê heta niha çalakiya xwe li Kadikoyê ya Stenbolê berdewam dikin. Karkeran li Qada Khalkedonê forum pêk anîn. Karkeran di çalakiyê de pankarta “Yves Rocher û Flormara boykot” vekirin. Karkeran bê navber dirûşmeyên “Karkerên Flormarê ne bi tenê ne", "di Flormarê de dê berxwedan bi ser bikeve", “Sendîka maf e nayê asteng kirin" berz kirin. Gelek karkerên Tekelê û metalê amade bûn.
Karkerê Flormarê Feryat Gokçen, diyar kir ku 2 mehan di Flormarê de kar kir û wiha got: "Ez 10 roj şûnde bûm endamê sendîkayê. Ji ber ku ne cihekî mirov di van şertan de kar bike ye. Şertên kar û saetên wê pir giran in. 62 rojin em liber xwe didin. Jibo em di şertên baştir de bixebitin em tedikoşin. Lê wan em ji kar avêtin. Em dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Ji karkeran Ayşe Guley jî diyar kir ku 5 salin di Flormarê de dixebite û wiha got: "Em mafê xwe yê Qanûna Bingehîn diparêzin. Em ji bo mafê xwe têdikoşin. Em dê ji bo vî mafê xwe heta dawî şer bikin."
Piştî forumê jinan li pêş mexazaya Flormarê meşiyan û banga boykota malên "Yves Rocher û Flormarê" kirin.