RIHA – 5 endamên SES'ê 10 meh in li Rihayê girtî ne, îdianameya yekemîn a ku hat amadekirin dadgehê red kir, îdianameya nû hêj temam nebûye.
5 endamên Sendîkaya Karkerên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) yên Şaxa Rihayê, 10 meh in girtî ne, lê hêj îdiamaneya wan nehatiye amadekirin. Endamên SES'ê ji Mijdara 2016'an vir ve li Girtîgeha Tîpa T a Hîlwanê girtî ne. Îdianameya wan a yekemîn ji hêla dadgehê ve hat redkirin, ya nû jî hêj amade nebûye.
Ji bo balê bikişînin ser zextên li girtîgehan li avahiya SES'ê ya Rihayê daxuyanî hat dayîn. Hevserokê Şaxê Mehmet Cevher Ozturk di civînê de axivî û aşkera kir ku endamên wan Duygu Aykan û Gulçîn Yilmaz û 3 kedkarên tenduristiyê di serdagirtina malê de hatine binçavkirin. Hevalên wan piştî 23 rojan di bin çavan de tên girtin. Ozturk aşkera kir ku di girtîgehê de rewaş hevalên wan ne baş e û wiha got: "10 meh e hevalên me girtî ne, lê îdianameya ku hat amadekirin, bi hinceta kêmasiyên wê hene, ji hêla dadgehê ve hatiye redkirin. Hêj îdianameya hevalên me amade nekirine."