RIHA - Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, dewlet berpirsê zaroka 14 salî ya li Sîweregê rastî îstîsmara xal û birayê xwe hat, dît û got: “Bûyerên tacîz û tecawîzê, ji polîtîkayên ‘ne cezakirinê’ hêz digirin.”
Zaroka 14 salî A.B. a bi malbata xwe re li Taxa Kale ya navçeya Sîwereg a Rihayê dijî, di 7’ê Tirmehê de nexweş kest û malbatê ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Sîweregê. Piştî muayeneyê hat diyarkirin ku A.B. ducaniye. A.B. a sanciyên wê zêdebûn, rakirin beşa welidandinê. A.B. a zarokek wê ya keç çêbû, ji ber ku hîna zarok bû bijîşkan agahî dan polîsan. Polîsan di çavdêriya derûnnas de îfadeya A.b. girtin. A.B. diyar kiribû ku rastî îstîsmara zayendî ya birayê xwe M.B û axê xwe M.Î. hatiye û ji ber ku gef li wê xarine ji malbata xwe re û kesekê din re negotiye. Piştî îfadeya A.B. bira M.B. û xalê wê M.Î hatin girtin û A.B û zaroka wê xistin bin parastinê.
Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Ayşe Surucu, têkildarî bûyerê axivî û wiha got: “Bûyer wiha nîşan didin ku dinava civakê de rizîbûnek çawan dest pê kiriye. Îstîsmarên li dijî zarokan pir zêde bûye. Sedema bûyerên wiha polîtîkayên dewletê ne. Ji ber polîtîkayên ne cezakirinê, bûyerên wiha zêdetir dibin. Mînaka Weqfa Ensar li holê ye. Di weqfê de bi dehan zaroka rastî îstîsmarê hatin. Lê derbarê bûyerê de tenê kesek hat darizandin û li ser bûyerê girtin.”
‘TEKANE ÇARESERIYA DEWLETÊ SER BÛYERAN GITIN E’
Surucu, anî ziman ku dinava civakê bûyerên wiha zêdetir dibin û wiha bilêv kir: “Di vir de rolê polîtîkayên desthilatdariyê yên derbarê jin û zarokan de, diyar kere. Tekane çareseriya dewletê ser bûyeran girtine. Berî her tiştî divê di bûyerên wiha de hiqûq bê cih. Pêwîset sûcên îstîsmarê bê ceza neyên hiştin. Divê pêşiya van sûcan bê girtin û hesap bê pirsîn.”