ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'a Îzmirê û xizmên windayan di çalakiya hefteya 439’emîn de, ji bo Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin ku berî 27 salan ji malê hat binçavkirin û kuştin, daxwaza edaletê kirin.
Şaxa Komeleya Mafên mirovan (ÎHD) a Îzmirê û Xizmên windayan, çalakiya "Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin" û “Bila girtiyên nexweş bên berdan" di hefteya 439’emîn de li ber avahiya Serokwezîriyê ya Konakê ya Îzmirê pêk anîn. Çalakvanan di çalakiyê de ji bo Serokê Partiya Ked a Galan (HDP) a Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê Tîrmeha 1991’an de li mala xwe ya Amedê hat binçavkirin û di 7’ê Tîrmeyha 1991’an de cenazeyê wî bin pirek nêzî navçeya Maden a Xarpêtê hat dîtin, edalet xwest. Xizmên windayan, Rêxistina HDP’ê ya Îzmîrê û Dayîkên Aştiyê beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê ÎHD’ê Caner Canlî daxuyanî.
'JI BO ÎFADEYA WÎ BIGIRIN, BIRIN'
Canli, diyar kir ku kesên xwe weke polîs nîşan dan di 5’ê Tîrmeha 1991’an de, ji bo îfadeya Vedat Aydin bigirin, bi xwe re birin û wiha axivî: “Ligel hemû hewldanên mal û parêzeran, binçavkirina Aydin nehat qebûl kirin. Di 7’ê Tîrmeha 1991’an de cenazeyê wî hat dîtin. Îşkence lê hatibû kirin. Bi deh hezaran kes beşdarî merasîma cenazeyê wî yê li Amedê bûn. Bi cezan êrîşêı girseyê hat kirin. Di êrîşê de herî kêm 8 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Bi kuştina Vedat Aydin, xwestin bi rêyên şer pirsgirêka gelê Kurd çareser bikin. Di salên 1990’î de kuştinên bêhejmar, îşkece, bûyerên binçavkirin, girtin û cînayeta Vedat Aydin çewherê rastiyê ye. Hemû bûyer dişibin hev. Di lêpirsîna 20 salan a cînayê de, nasnameya kujeran nehat eşkere kirin û tu pêşketin çênebû. Piştî 20 salan Midûryeta Polîsan bangî hevjînê Aydin Şukran Aydin kirin. Ji wê pirsa ‘kesên bi şev hatin malê ev kes bûn? kirin. Aydin jî got ’20 sal derbas bûn ezê çawan nas bikim.’ Cînayet hîna jî nehatiye rûnî kirin, kujer dernexistin bêşberî darazê û ceza nekirin.”
'TÊKOŞÎNA AYDIN TIM HÊZÊ DIDE ME'
Canli, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ji bo edalet pêk were, divê kujer bên darizandin û cezayên heq dikin li wan bên birîn. Em ji bo Aydin edaletê dixwzin û dê ev têkoşîna me berdewam bike. Têkoşîna Aydin tim hêzê dide me. ” Piştî daxuyaniyê xizmên windayan û rêveberên ÎHD’ê ji bo 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn û dûre belav bûn.