NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarê Basara yê dikeve başûrê Iraqê çalakiyên li dijî bêkariyê, qûtbûyîna ceyranê û xizmetên kêm ên rêveberiyên herêmî dest pêkirin, belavî bajarên din jî bûn û girseyê li balafirgeha bajarê Necefê çalakî pêk anî û balafirger dagir kir.
Li bajarê petrolê Basra ya Iraqê, berî çend rojan, gel li dijî bêkarî, qûtbûyîna ceyranê û xizmetên kêm 3en rêveberiyên herêmî çalakiyên şermezar kirinê pêk anîn. Çalakiyên li Basrayê dest pê kirin, belavî bajarên Necef, Meysan û Nasiriyye bû û girseya xwepêşandan dixwaze rayedar îstîfa bikin. Hat diyar kirin ku li bajarê Meysan hêzên ewlekariyê gule li xwepêşandanan barand û kesek kuştin. Di heman demê de avahiyên aîdên partiyên Şîiyan hatin şewitandin. Xwepêşandaran li bajarê Necefê jî ketin balafirgehê û alavên wê şikandin.
BI SER AVAHIYA WALÎTIYA NECEFÊ DE GIRTIN
Li gorî çavkaniyên herêmî komek xwepêşandanan bi ser avahiya Walîtiya Necefê de girtin. Çalakgeran bi ser avaniya navenda Lukoîl a şîrketa potrolê ya Rusya dide xebitandin a saheya petrol Bati Kurna-2 de girtin û xebatkarên şîrket bi helîkopterê ji herêmê hatin derxistin. Hêzên ewlekariyê gule li hin xwepêşandaran barand û birîndar kirin. Duh li navenda çalakiyan Basra jî çalakiyên tund hatin lidarxistin. Li aliyê din li bajarê Amara û Nasiriyeyê jî li dijî gendelî, bêkarî û xizmetên raya giştî yên kêm çalakî hatin lidarxistn.
EBADÎ DAXWAZAN MAFDAR DIBÎNE!
Li aliyê din piştî ku çalakiyên protestoyê giran bûn, duh Serokwezîr Haydar Ebadî çû Basrayê û qebûl kir ku daxwazên gel mafdar in. Ebadî li ser televîzyonê bang li gel kir û wiha got; “Hemwelatiyên me yên hêja em êşên we dizanin em piştgiriya daxwazên we dikin.”
Li Iraqê, çavkaniyên petrolê 89 ji sedî yê budçeyê ne, 99 ji sedî yê îxracatê ne. Lê tevî vê yekê jî ji bo mirovên xwecihî tenê bi rêjeya 1 ji sedî kar tê dayin. Di şîrketên petrolê yên biyanî de jî bi giranî karkerên biyanî dixebitîn in. Li gorî daneyên fermî yên Iraqê, bêkariya li Iraqê ji sedî