ENQERE - Çalakiya Kolanan Yukselê ya “Em karê xwe paşve dixwazin” di roja 344’an domiya û 3 kes hatin binçavkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça di roja 224’an, ya kedkarên çemawerî ya “Em karê xwe paşve dixwazin” jî di roja 344’an de berdewam kir. Îro Mehmet Dersulu yê bi biryara KHK’ê ji kar hat avêtin jî beşdarî çalakiyê bû. Çalakgeran pankarta “Greva birçîbûnê ya Nuriye û Semîh di roj 224’an deye, bila serbest bên berdan” vekirin û dirûşmên “Nuriye û Semîh rûmeta me ne” û “Em karê xwe başve dixwazin” berz kirin.
POLÎSAN 3 KES BINÇAV KIRIN
Polîsan mudaxileyî çalakgeran kirin û pankarta wan çirandin. Polîsan Mehmet Dersulu û 2 çalakgerên din bi lêdanê kirin binçavan û rojnameger asten kirin.