AMED - Li Gundê Mêrga yê Navçey Rezan a Amedê, êrîşek çekdarî pêk hat. Di bûyerê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.
Li Gundê Mêrga yê Navçeya Rezan a Amedê, malbata Karahanli di dema li baxçeyê mala xwe rûniştî bûn, endamên malbatê rastî êrîşa çekên lûle dirûj hatin. Di êrîşê de 2 birayên hev Mehmet û Tahsîn Karahanli jiyan xwe ji dest dan û kesek jî bi giranî birîndar bû. Kesê birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkoşîn û Perwerdê ya Gazî Yaşargîl û hat darmankirin.
Hat diyar kirin ku 3 kesên êrîş pêk anîn, xizmên malbata Karahanli yên neyartiya hev dikine. Ji bo êrîşkar bên girtin li taxê xebata lêgerînê hat destpêkirin.