HATAY - Li Lîmana Îskenderûnê ji bêhneke giran a angûsê tê û ji ber vê welatî nizanin dê çi bikin. Welatiya ji rayedaran xwest vê pirsgirêkê çareser bikin.
Saziya Goşt û Şîr a Tirkiyeyê ji welatên Amerîkaya Başûr angûsan îthal dike û angûsan bi rêya behrê tîne navçeya Îskenderûn a Hatayê. Ji angûsên ku bi keştiyê tînin Lîmana Îskenderûnê bêhneke giran tê û ji ber vê bêhna giran welatî îdare nakin. Di 7 mehan de bi hezaran angûs anîn Îskenderûnê, lê belê piştî hewa germ bû bêhneke giran ji wan tê û welatî ji ber vê yekê bêzar bûn.
Endamê Komeleya Parastina Hawirdorê ya Îskenderûnê Ercument Kîmyon, diyar kir ku 7 meh in ji ber angûsan jiyana li Îskenderûnê tarûmar bûye. Kîmyon da zanîn ku ji ber lîman nêzî navenda bajêr e, dema dibe êvar bêhneke genî tê, çimkî di wan saetan de angûs tên sewqkirin. Kîmyon, bilêv kir ku gel ji ber vê bêhna genî bêzar bûye. Kîmyon, destnîşan kir ku şert û mercên ku angûs têde ne û germahiya hewayê rê li ber nexweşînan vedikin û got: "Her çend gel bertekê nîşan dide, lê dîsa jî rayedarên dewletê xwe li bêdengiyê datînin û ev yek endîşeya me zêde dike."
GEL EZIYETÊ DIKIŞÎNE
Kîmyon, destnîşan kir ku Tirkiye ji ber polîtîkaya çandinî û sewalvaniyê ya heyî heywanên sax îthal dike û heywanên tên îthalkirin di warê hîjyenîkê de cihê nîqaşê ne. Kîmyon, da zanîn ku angûs ji Amerîkaya Başûr bi keştiyên mezin tînin û hem ji ber xweyîkirina wan hem jî ji ber şert û mercên têde ne qirêjiyê çêdikin û ji ber vê bêhneke giran tê. Kîmyon got: "Ev bêhna giran ji lîmanê li tevahiya Îskenderûnê belav dibe. Gel feryadê dike û dixwaze demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin."
Kîmyon destnîşan kir ku ji ber vê bêhna genî wan daxwazname daye Midûriyeta Çandiniyê ya Hatayê, lê belê 2 meh û nîve e hîn bersiv nehatiye dayîn. Her wiha welatiyan jî got: "Ji ber vê bêhna genî em nikarin derkevin derve. Di vê germê de em derî paceyên xwe digirin. Bila çareser bikin."