AMED - Li navçeyên Farqîn û Hezo ji ber ku di meheke dawî de di qenalên aîdî DSÎ'yê de ji ber ku li derdora wan tevdîr nehatine girtin 4 kes fetisîn. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê da û xwestin demildest tevdîr bên girtin.
Li navçeya Farqîna Amedê û navçeya Hezo ya Êlihê di demên dawî de di qenalên avê yên ji Bendava Êlihê ya li gundê Malabadê ya Farqînê yên aîdî Karên Avê yên Dewletê (DSÎ) ku li hawirdora wan tevdîr nehatine girtin 4 kes fetisîn.
Pêşî Keyayê gundê Zîlanê ya girdayî navçeya Hezo ya Êlihê Ahmet Sayar (47) dema xwest kurê xwe yê ket qenalê xelas bike li ber avê çû û fetisî. Paşê jî li gundê Girikê Boto yê girêdayî Farqînê Selman Kizilçîçek (18) û kekê wî Firat Kizilçîçek (40) di qenalê de fetisîn. Ligel van Yûsûf Yilmazê 14 salî ku ji 1'ê Tîrmehê ve winda bû, piştî demekê cenazeyê wî di qenalê de hat dîtin.
Ev qenalên ku li ber rê ne û nêzî malan e li derdora wan ji bo ewlehiyê tu tevdîr nehatine girtin. Nemaze jî havînan kesên ji bo xwe hênik bikin dikevin qenalan, ji mirinê difilitin. Her çend ev xetere hebe jî, zarok û ciwan dîsa dikevin qenalê.
Welatiyên nêzîvan qenalên avê dijîn, ji ber vê rewşê bi endîşe ne. Welatiyan bertek nîşaî vê rewşê da û xwestin demildest tevdîr bên girtin.
'YÊN DIKEVINÊ CAREKE DIN JÊ DERNAKEVIN'
Huseyîn Tûran (48) diyar kir ku ev qenal nêzî malan e û tu tevdîr nehatine girtin û got: "Dema DSÎ'yê ev qenal çêkirin me bertek nîşan da. Me got qenal di nav gundan re derbas dibin. Me got van qenalan li cihekî dûr çêbikin. Lê nehat çêkirin." Tûran bilêv kir ku ava qenalan bilinde û got: "Kî di van qenalan de wer bibe hew dikare derkeve. Zarokên me hene. Eger di qenalê de wer bibin dê bimirin. Lê tu tevdîr nayên girtin."
'DEMILDEST BILA TEVDÎR BÊN GIRTIN'
Tûran, destnîşan kir ku divê li derdora qenalan tevdîr bên girtin û divê ser qenalan bi têlan bê girtin. Tûran bal kişand ser kesên difetisin û got: "Em bi vê yekê diêşin. Ji bo careke din kes nefetise divê rayedar demildest tevdîran bigirin. An jê dê zêde kes bimirin."
‘EM DITIRSIN'
Salîh Bîlmez (28) diyar kir ku dikarin ser qenalan bigirin û tevdîrê bigirin. Bîlmez, anî ziman ku ji ber maliyeta vê yekê zêde ye tevdîr nayên girtin. Bîlmez da zanîn ku zarokên taxê ji bo xwe hênik bikin dikevin qenalan û got: "Ji bo kes nemire divê demildest tevdîr bên girtin. Em pir ditirsin. Em ditirsin ku zarokên me bimirin. Bêyî ku hayê me jê hebe dikevin van qenalan."
Bîlmez, diyar kir ku her sal ev tişt tên serê wan û got: "Kesên bi avjeniyê zanibe jî dê di van qenalan de bifetise. Divê demildest tevdîr bên girtin."