* Li Farqîna Amedê ji ber ku di meheke dawî de di qenalên aîdî DSÎ'yê de ji ber ku li derdora wan tevdîr nehatine girtin 4 kes fetisîn. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê da û xwestin demildest tevdîr bên girtin.
* Fiyetên zebze û fêkiyan her diçe zêde dibe. Mêwefiroş, diyar kirin ku ji ber bihabûna fiyetan tiştek nayê firotin û got: "Bi qasî ku em davêjin çopê, em ewqasî nafiroşin."
* Pira Hûrkanê ku bazirganên dema ji Rûsya, Ozbekîstan, Îran û Azerbaycanê dihatin di ser re diçûn dihatin hîna jî li ser piya ye. Lêkolîner Nezşr Ocek derpêş kir ku şîr tev li xerca pirê hatiye kirin û got: "Bazirgan û karwan ji bo biçin Mezopotamyayê di ser vê pirê re diçûn."
* Serokê Baroya Amedê yê berê Prz. Mehmet Emîn Aktar diyar kir ku dadgehên di salên 90'an de bêtir bi ewle û adîl bûn û wiha got: "Êdî dê di dozên polîtîk de wate û qîmeta parastinê nemîne. Di doza cezayên polîtîk de bixwazin kê ceza bikin dê ceza bikin.
* Derket holê ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bersiv daye nameya AGÎT'ê ku derbarê rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê de şandibû. AGÎT'ê xwestiye tawanbarî ji holê bên rakirin, lê belê dozgeriyê jî peyva Kurdistanê wekî "hedefa parekirina etnîk a sereke ya rêxistina terorî" nîşan da.
* Li Dîlokê sahreya esnafan dest pê kir. Bi sedan sal berê rêxistinên pîşeyî ji bo lihevkirin û perwerdekirina esnafan 'sahreya esnafan hat destpêkirin û ev yek niha jî didome û ji aliyê esnafan ve weke betlaneya şexsî tê nirxandin.
* Parêzerê Doza Soma ya têkildarî qetilkirina 301 karkerên madenê hatibû vekirin Can Atalay, diyar kir ku ew ê serê li dadgeha îstînafê bidin û got: “Ji vir û şûnde em ê têkoşînek polîtîk bi rêve bibin.”
* Navenda Lêkolînê ya DEMOS'ê, dê encama şerê 50 salan ku li Kolombiya berdewam kir û piştre dest bi pêvajoya aştiyê kirin, li Otela Neva Palasê bi civîna çapemeniyê ji raya giştî re parve bike. (11.00)
* Dayikên Şemiyê, bi armanca aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin dê li Qada Galatasarayê di hefteya 694'an de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan bi boneya kujer bên darizandin û winda bên dîtin, dê di hefteya 492'an de li komeleya ÎHD'ê ya Amedê çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê û xizmên windayan, hem ji bo winda bên dîtin û kujer ên darizandin û hem jî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 439'an de li pêş avahiya Serokwezîriyê ya Konakê ya Îzmirê çalakiya xwe berdewam bikin. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan dê di hefteya 329'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin û balê bikişînin ser rewşa Abdulkadir Fırat ê nexweş. (13.30)
* Meclîsê jinan, dê ji bo jinên ku ji ber sendîkayî ne ji kar hatine avêtin û ji 15'ê Gulanê heta niha li pêş Fabrîqeya Flormarê di çalakiyê de ne, li Qada Khalkedon a Kadikoyê forumê pêk bînin. (17.00-17.45)