RIHA - Birayên hev Ahmet, Mûrat û Salîh Bogaakça ku bi hinceta li ser avê li hev nekirine cerdevanan ew kuştin, cenazeyên wan şandin gundê wan.
Li gundê Çerxê yê navçeya navendî Eyyûbiye ya Rihayê, bi hinceta li ser avê li hev nekirine keyayê gundê Hêcek, cerdevan Muslum Toraman û du kurî wî yên cerdevan birayên hev Ahmet, Mûrat û Salih Bogaakça kuştin. Piştî otopsiya ku li Saziya Tiba Edlî ya Rihayê hat kirin cenazeyên hersê birayan radestî malbatên wan kirin.
Malbatê ji bo definkirinê cenaze birin mezrika Golcuk a gundê Eskîceyê.
Hat hînbûn ku Îmam Bogaakçayê ku di bûyerê de birîndar bû jî niha li Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Harranê tê tedawîkirin û girêdayî makîneyê ye.