RIHA - Cenazeyên birayên hev Ahmet, Murat û Salih Bogaakça yên li Rihayê ji aliyê cerdevanan ve hatin kuştin rakirin Morga Tipa Edlî ya Rihayê. Hat diyar kirin ku rewşa giran a yek ji birayan Îmam Bogakça yê bi giranî birîndar bû, didome.
Li Taxa Çerxê ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, Muxtarê Taxa Hêcek a navçeya Pirsûsê, cerdevan Muslum Toraman û 2 kurên wî yên cerdevan, ên li taxa Çerxê zevî kirê kiribûn, bi hinceta avdaniyê bi birayên Bogaakça yên ji goma Golcuk a Taxa Eskîce ku wan jî li herêmê zevî kirê kiribûn re nîqaş kirin. Nîqaş duh di saetên şevê de dest pê kir û di demek kin de veguherî şerê bi çek. Cenazeyên birayên hev Murat, Salih û Ahmet Bogaakça yên di êrîşa cerdevanan de hatin kuştin rakirin Morga Tîpa Elî ya Rihayê.
Hat, diyar kirin ku piştî otopsiyê dê cezane teslîmî malbatê bên kirin. Li aliyê din birayê 4’emîn Îmam Bogaakça yê di êrîşê de bi giranî birîndar bû, bijîşkan girtin emeliyatê û hat gotin di ser û zikê Bogaakça de gule hene û rîska wî ya jiyanê berdewam dike.
Hat zanîn ku leşkeran li gundê Hêcek ê Muslum Toraman û muxtarê birayên Bogaakça kuştin, lê dimînin operasyon pêk anîn. Nehat zanîn ku Toraman û 2 kurên wî yên cerdevan hatin binçavkirin, an na.