Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin

  • rojane
  • 10:46 19 Kanûn 2025
  • |
img
MEREŞ - Suleyman Deprem û Mûstafa Mamak, qala şahidiyên xwe yên Qetlîama Mereşê kirin û diyar kirin ku qetlîam bi plan û rêxistinkirî pêk hat û banga hevrûbûnê kirin.
 
Li ser Qetlîama Mereşê de 47 sal derbas bûn. Qetlîama ku di 19’ê Kanûna sala 1978’an de dest pê kir û di 26’ê Kanûnê de bi dawî bû, Elewî, Kurd û sosyalist bûn hedef. Qetlîama Mereşê wek qetlîama herî giran a dîrokî derbasî dîrokê bû.  Li gorî qeydên fermî di qetlîamê de 120 kes hatine qetilkirin lêbelê li gorî şahidiya şahidan ji 500 kesan zêdetir e. Êrişên ku bi roşan domand bi sedan mal û kargeha hatin talankirin, li bajêr ji ber “kêmasiya” polîs û leşkeran û mudaxileya dereng zemîna qetlîamê berfireh kir. Piştî qetlîamê bi hezaran Kurd û Elewî ji neçarî axa xwe koç kirin.
 
Qetlîam, di 19’ê Kanûnê de bi teqîna bombeya ku li nişanda fîlmê “Rojê kengî hil were” ya di 19’ê Kanûnê hatibû avêtin ve dest pê kir. Piştî bomebeyê komên “neteweperest” û komên “ulkucî” yên ji navçeyan hatibûn, êrişî avahiya CHP’ê ya li bajêr, PTT û TOB-DER’ê kirin. Hat îdiakirin ku bombe, li ser talîmata Serokê Şaxa Komeleya Ciwanên Ulkucu ya Mereşê Mehmet Leblebîcî û serokê wê yê duyemîn Mustafa Kanlidere hatiye avêtin. Walîyê Mereşê yê demê Tahsîn Soylu ê ku daxwaza yekîneya leşkerî qebûl nekiribû û di 24’ê Kanûnê de hemû polîs ji erkê vekişandibû rê li ber qirkitina Elewiyan vekir. Piştî êrişên ku hefteyekî yekîneyên leşkerî ji Kayserî û ji Dîlokê hatin şandin û di 26’ê Kanûnê de rewşa awarte li 13 bajaran hat îlankirin. 
 
Dozên ku der barê 804 kesên “nîjadperest” ên tev li Qetlîama Mereşê bûbûn, li dadgehên OHAL’ê 13 sal berdewam kir. Der barê 29 kesan de biryara bidarvekirinê û 7 kesan de cezayê muebedê, 321 kesan jî cezayên di navbera salek û 24 salan de ceza hat dayîn. Biryarên bidarvekirinê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat betalkirin, cezayên din jî hatin daxistin. 68 kesên ku faîlên qetlîamê bûn qet nehatin dîtin.  
 
Parêzerên mexdûrên qelîamê Ceyhun Can, Halîl Sitki Gulloglû û Ahmet Albay di dema darizandinan de hatin qetilkirin. Piştî derxistina TMK’ê di sala 1991’an de cezayan hikumxwaran hat taloqkirin û hatin berdan. Kesên ku wek faîl dihatin zanîn hinek jê bûn parlamenter û bürokrat. Rexmê bihurîna 47 salan Qetlîama Mereşê ne tenê bi windayan herwiha bi cezanegirtina faîlan û polîtîkayên bêcezakirinê di bîra mirovahiyê ma.
Suleyman Deprem ê ku dema qetlîamê li navçeya Elbîstan a Mereşê bû û Mustafa Mamakli yê ku ji Pazarcikê derbasî Mereşê bûbû qala şahidiya xwe kirin û qetlîam nirxandin.
 
PROJEYA QETLÎAMÊ
 
Suleyman Deprem, diyar kir ku nirxandina Qetlîama Mereşê bi tena serê xwe dê kêm bimîne û di çarçoveyekî dîrokî û siyasî nirxand. Deprem destnîşan kir ku qetlîma di çarçoveya polîtîkayên “senteza Turk-Îslam” de bi awayeke sîstematîk hatiye sepandin û ev tişt got: “Li vî welatî Elewî, Kurd û kêmîneyên dîn tune hatine hesibandin, Tirkbûn û Misilmanî li ser wan hatiye ferzkirin. Ev rastiyekî dîrokî ye. Nexasim li welatê me her rojên salê wek salvegera qetlîaman e. Piştî damezirandina komar3e ki Dêrsim, Mereş, Siwas, Çorum, Gazî, Geziyê qeltîamên sistematik li dijî Kurd û Elewiyan pêk hatine. Ev bi tevahî projeya sîstemê ye. Dem em wiha binirxînin em ê qetlîamê fam bikin.”
 
 
LI DIJÎ TEVGERA AZADIYÊ
 
Deprem diyar kir ku Qetlîama Mereşê xwe dispêre du sedeman û wiha pê de çû: “Yekemîn; dema dewlet û sîstem di rêveveberiyê de ditengije ji bo desthilat û hêza xwe nû bike û zemînê ji darbeyan re vebike qetlîamên Sêwas, Çorum, Mereşê pêk tîne. Ya duyemîn; a ku sîstemê xist krîzê di salên 70’î de derketina têkoşîna Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Îro li Rojhilata Navîn, li Tirkiyeyê, li Rojava Tevgera Azadiyê ya Kurd xwedî hêzeke xurt e û dewlet ji bo Elewiyên Kurd jê dûr bixe dest bi rêze qetlîaman kiriye.”
 
‘QETLÎAMEK RÊXISTINKIRÎ’
 
Deprem, qala pêvajoya piştî qetlîamê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em wek ciwan me xwest em biçin Mereşê. Derketina ji Afşîn, Goksun, Pazarcik, Elbîstan û hemû navçeyan hatibû girtin, têketina Mereşê jî hatibû girtin. Me hewl da em li ser çiya derbasî Mereşê bibin lê me derfet nedît. Em li Elbîstanê man. Ev qeltîam wek projeyek sistematik pêk hat. Hêzên dewletê li wir ji dêleva ku xwedî li mexdûran debikevin û biparêzin êrişkar parastin. Ev qetlîam projeyekî sîstemê bû.”
 
‘QELÎAMA MEREŞÊ CAREKÎ DE ÇÊNEBÛ’
 
Mûstafa Mamakli yê ku şahidê qetlîamê ye, qala pêvajoya pêvajoya qetlîamê kir û ev tişt got: “Ji bo em rewşa Mereşê ya wê demê binirxînin divê em rewşa giştî ya Tirkiyeyê binirxînin. Di salên 70’î de Tirkiyeyê tevliyeviyek dijiya. Tevgerên rast û çep li tevahiya Tirkiyeyê xebat dikirin. Rageşî û pevçûnên rojane, pevçûnên xwendekaran hebû. Em nikarin vê rewşa Tirkiyeyê ji ya Mereşê cuda binixînin. Mereş jî ji vê yekê bandor bû. Mereş ji bajarên din cuda ye lê Tirk, Kurd, Sunî, Elewî, Kurdên Elewî, Kurdên Sunî lê dijîn. Mereş herêmeke hesas e. Qetlîama Mereşê nîşanê me da ku ji carekî ve û nişkave pêk nehatiye. Ev qetlîam bi plan û sîstematîk bû ji bo çand û kevneşopiya vir parçe bike pêk hat. Nexasim gund û navçeyên ku Kurd lê dijiyan wek Pazarcik, Elbîstan, Nûrhak, Afşînê hatin valakirin. Ev gund û herêm nehatin şewitandin lê hatin valakirin.”
 
 
BÊRÊXISTINBÛNA ELEWIYAN
 
Mamakli diyar kir ku Elewî wê demê nerêxistinbûyî bûn û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê me gelekî bêrêxistin bû. Ji ber birêxistinkirî nebû li hemberî bûyerên wiha nizanibûn dê çi bikin. Gel nizanibû dê çi bikin. Ne xwedî plan û proje bûn. Heyirî mabûn nizanibûn çi bikin û heta bûyer wiha qewimîn.”
 
‘ÇAV TIRSANDIN BÛ’
 
Mamakli diyar kir ku ev qetlîamek der mirovî bû û ji bo çavtirsandina Elewiyan pêk hat û got: “Tiştên ku pêk hat ne karê mirovan bû. A rast şêwaza qetilkirina mirovan li wir çavtisandike bû. Ev ji bo gava din amadekarî bû. Gava piştî wê jî belavkirina vir bû. Ev yek bi ser ket. Gundên Pazarcikê hatin valakirin. Bêyî kalan kesek lê nîne. Çavê mirovan di komkujiyê de hat derxistin û laşên wan hat parçe kirin kesê ku ji xwse re dibêje ez mirov im ji çi baweriyê dibe bila bibe ferq nake.”
 
‘DIVÊ HEVRÛBÛN BIBE’
 
Mamakli diyar kir ku naxwaze qala bûyerên di qetlîamê de pêk hatine bike axaftina xwe wiha domand: “Di şeran de jî kesên teslîm dibin, tiştek bi wan nayê kirin. Ji ber vê ez naxwazim qala bûyeran bikim. Lê divê hevrûbûnek bibe. Hesabdayîn çi ye kê ev kir, berdêla wê çi bû ji aliyê kê ve hat organîzekirin. Kesên ji vê zirar dîtin mal û warê xwe terk kirin. Ev bajarê birîndar divê wiha bi halê xwe neyê hiştin. Hevrûbûn ne zehmet e. Hevrûbûn hem ji bo dewletê hem jî ji kesên li vir dê baş be.”  
 
‘MIROVÊN HESTIYAR TIŞTÊN WIHA QEBÛL NAKIN’
 
Mamakli, rave kir ku li Mereşê gel ji ber qetlîamek wiha ji dîroka xwe fedî dikin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em li Mereşê bi mirovan re dibînin. Ev mirovine tu kes van bûyeran rast nabînin. Ev bûyer ji aliyê komên diyar ve hatine kirin. Lewra gelek kes ne alîgirên van bûyeran bû nedixwestin tiştek wiha biqewimin. Gelê Mereşê naxwazin bi vê bûyerê ve bên bibîranîn. Em naxwazin bajarê me bi qetlîamek wiha bê bibîranîn. Gelê vir dîsa dikare bi hevre jiyana xwe bidomînin û çanda xwe bijîn.”
 
MA / Melîk Varol

Sernavên din

22/12/2025
14:20 Elewî çûn serdana Roboskê: Êşa me yek e
13:40 'Heke Burak Ercan bihata cezakirin dê 23 xwendekarên din nehatina îstîsmarkirin’
13:24 Ozel: Em dixwazin li Tirkiye û Sûriyeyê aştî serwer be
Sancar: Mitabeqeta siyasî û civakî pir girîng e
13:21 Ji bo Cejna Noelê bibe roja betlaneya fermî pêşniyarqanûn da Meclisê
12:48 Axêverên mitînga ‘Hêvî û Azadiyê’ diyar bûn
12:42 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel dest pê kir
12:02 'Rapor ji bendewariyên heyî dûr e, divê di pêvajoya qanûnan de lihevkirinek hebe'
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe