AMED - Edîtora JINNEWS’ê Munevver Karademîr, bertek nîşanî serdegirtina polîsan a li ser buroya xwe da û got: “Ev êrîş di heman demê de li dijî hemû jinên Kurd e. Lê ev êrîş tu carî me têk nabin û em van êrîşan şermezar dikin.
Polîsan di şeva 11’ê Hezîranê de bi ser buroya JINNEWS’ê ya li navçeya Rezan a Amedê de girtin û lêgerîn pêk anîn. Polîsan di serdegirtinê de derî şikandin û dest danîn ser bîlgîseyarên li buroyê.
‘EV DIZIYE NE SERDEGIRTINÊ’
Yek ji edîtorên JINNEWS'ê Munevver Karademîr derbarê serdegirtinê de axivî û wiha got: “Di saeta 04.00’ê sibê de bi ser buroya me de digirin, derî şikandin û lêgerînê pêk anin. Hemû alavên di buroyê de belav kirin û dest datînin ser bîlgiseyaran. Derbarê serdegirtinê de tu agahî nedan me. Ji ber vê yekê parêzerên me pêvajoya hiqûqî dan dest pê kirin. Ev polîtîkaya vê serdemê ye. Ajansa me bi awayekê fermî weşanê dike, lê bi tu awayî agahî nadin me û bi ser buroyê de digirin. Ev diziye, ne serdegirtin e. Di heman demê ev êrîş li dijî hemû jinên Kurd e. Lê ev êrîş tu carî me têk nabin û em van êrîşan şermezar dikin.
‘DÊ NEKARIN DENGÊ JINAN BIBÎRIN’
Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamya Ayşe Guney jî, diyar kir ku mîna dizan bêyî ku agahî bidin, dikevin buroya JINNEWS’ê û wiha got: “Derî dişkînin û lêgerîn dikin. Li vê derê dixwazin peyama ‘Em ê dengê we qût bikin’ bidin. Lê tu hêz nikarin dengê me qût bikin. Ji ber ku em dengê xwe ne ji zilaman, ji reng û hêza jinan digirin.”