Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin

  • rojane
  • 14:55 18 Kanûn 2025
  • |
WAN - Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê Enes Sezgîn, di şeva 16’ê Kanûnê de li navenda Wanê ji hêla 7 kesên rûyê xwe girtin ve hate revandin. Sezgîn ku revandin derveyî bajêr, li wir hate îşkencekirin û piştre gefa terikandina bajar lê hate xwarin. 
 
Endamê Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Enes Sezgîn, di 16’ê Kanûnê de li navenda Wanê li pişt Wan AVM’ê ji hêla kesên ser û çavên wan girtî ve bi wesayîteke transporterê ve hate revandin. Kesên Sezgîn revandin derveyî bajêr, îşkence lê kirin û gef lê xwarin ku bajêr biterikîne. Piştre jî Sezgîn li devereke vala ya li derveyî bajêr bi tenê hate hiştin. 
 
Endamên Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê, ji bo protestokirina vê rewşê, li Kolana Hunerê ya navçeya Rêya Armûşê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de “bi vîna ciwantî em diparêzin aştî” hat hilgirtin û dirûşmên “Bijî berxwedana ciwanan” û “Zext nikarin me bitirsînin” hatin berzkirin. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan, hevserok û rêveberên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, Meclisa Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
 
‘KONTRA HEWL DIDIN DÎSA DERKEVIN’
 
Endamê Meclisa Ciwanan Adem Yilmaz metna daxuyaniyê xwend û diyar kir ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” zêdetirî saleke didome lê kontrayên ku di kodên damezrandina komarê de veşartî ne, careke din hewl didin ji nû ve derkevin. Yilmaz, got: “Ev kontra, bûn sedema sedsalek xwînrijandin, hêsir û wêrankirinê. Ev hêz hewl didin ku bi heman polîtîkayan sedsaleke din bidomin. Revandin, îşkencekirin û hewldanên sîxuriyê yên ji hêla kesên bimaske ve li navendên bajaran, bi şêwaza salên 1990’an vê rewşê piştrast dikin.”
 
‘EV HEWLDAN DÊ PÊVAJOYÊ TÊK BIBIN’
 
Yilmaz, destnîşan kir ku ji destpêka pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve polîtîkayên şerê taybet ên wekî sîxurî, çavdêriya fizîkî, şopandina wesayîtan û tacîza devkî zêde bûne û wiha pê de çû: “Çavdêrî û tacîza bênavber a ku bi mehan e berdewam dike, mezintir dibe. Wekî din, polîtîkayên ku li girtîgehan li ser girtiyên siyasî têne sepandin da ku wan neçar bikin ku teslîm bibin, yek ji hewldanên herî girîng e ku vê pêvajoyê têk bibe. Serkeftina vê pêvajoyê, bi demokratîkkirina komarê, bi azadkirina xwe ji komên kontra, bi derxistina qanûnên azadiyê û bi azadkirina Rêber Apo pêkan e. Gelê Kurd, ciwanên Kurd û jinên Kurd dê bi çanda berxwedanê ya bi hezaran salan têkoşîna xwe bidomînin. Em dizanin ku armanca kontrayan yên ku piştî gelek salan ji nû ve derketine holê, têkbirina pêvajoyê, afirandina nakokiyan û astengkirina pêşveçûna aştiyê ye. Em diyar dikin ku em ê têkoşîna li dijî çete û kontrayan berfireh bikin, em ê pêvajoya aştî û civaka demokratîk bînin ji bo hemû gelan.”
 
‘KOMA KONTRA TESPÎT BIKIN’
 
Bi domdarî Yilmaz bi lêv kir ku ew bi biryar in ku xwe bêhtir birêxistin bikin, bi berfirehkirina têkoşîna xwe li dijî revandin û gefên kuştinê yên di demên dawî de bisekinin û tevî gel siyaseta zext û tundîtûjiyê pûç bikin. Yilmaz, got ku giliyên qanûnî yên pêwîst hatine kirin û got: “Heke dewlet der barê vê pêvajoya aştiyê de jidil be, divê di zûtirîn demê de van komên kontra neasayî tespît bike û tevdîrên pêwîst bigire.”
 
‘HATIM REVANDIN Û ÎŞKENCEKIRIN’
 
Enes Sezgîn ê ku hatibû revandin jî di daxuyaniyê de axivî û bûyer vegot. Sezgîn, da zanîn ku di 16’ê mehê saet derdora 20.00’an li pişt Wan AVMê’ 6-7 kesên ser û çavên wan girtî ew bi zorê li transpotereke gewr siwar kirine û birine cihekî nediyar. Sezgîn, anî ziman ku van kesan gef li wî xwarine û got: “Bi zorê ez li wesayîtê siwar kirim û îşkence li min kirin. Ji min re gotin ku heke ez ji Wanê neçim ew ê min bikûjin û heqaret û çêrên zayendî li min kirin. Ez birim cihekî ji malan dûr û li wir bi deqeyan ez di nav berfê de kaş kirim. Dû re ez birim cihekî din û li wir jî îşkence li min kirin û ez li wir hiştim û çûn. Lê ev zext û gefên wan vala ne, em ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê bernedin. Divê ev kes bên dîtin û lêpirsîn li ser wan vebe. Ez jî dê ji aliyê hiqûqî ve hemû serlêdanên xwe bikim.”
 
‘EM Ê WANÊ NETERIKÎNIN’
 
Sezgîn bi domdarî, got: “Ev kesên rûyê wan girtî, ji bo kê dixebitin û ez bi fermana kê hatim revandin? Ev ciwan bi fermana kê tên şopandin? Divê bersiva van pirsan bê dayîn. Ger ew di pêvajoya ku salek e berdewam dike de jidil bin, divê ev kom ji holê bên rakirin. Ev kom ew kes in ku hewl didin azadiya gelê Kurd asteng bikin, înkar û îmhaya xwe ferz dikin. Kî were bila were, em bi biryar in ku rêxistina xwe biparêzin. Ger ew di pêvajoya aştiyê de jidil bin, divê ew dawî li hebûna vê komê bînin. Entegrasyona demokratîk bi faşîzmê re çênabe. Em ê teslîmî vê têgihîştina ku li derveyî pêvajoyê ye û înkar û îmhayê ferz dike nebin. Em ne Wanê û ne jî axa xwe terk dikin, ne jî ji azadiya xwe gavekê paşve diavêjin. Em ê ji her demê bêtir azadiya xwe biparêzin.”
 
‘ÇETE ÊRIŞÎ CIWANAN DIKIN’
 
Herî dawî Hevseroka DBP’ê ya Wanê Gonul Ûzûnay axivî û diyar kir ku di hemû partiyên siyasî de Meclisên ciwanan hene û xebatên xwe dimeşînin. Gonul Ûzûnayê anî ziman ku DEM Partî jî yek ji van partiyan e û got: “Çawa ku di salên 90’î de êriş li gelê me dikirin, niha jî bi heman hişmendiyê êrişê Meclisên me yên ciwanan dikin. Dixwazin vîna ciwanan bişkînin û di şexsê ciwanan de civakê jî zeft bikin. Divê herkes bizane ku civakeke demokratîk bi ciwanên zana û xwende tê avakirin. Niha bi banga rêzdar Ocalan pêvajoyek hatiye destpêkirin, lê ev çeteyên kontra bi hewldanên dijhiqûqî û mirovahî êrişî ciwanên me dikin. Ciwan bi salan e ji sekna xwe tawîz nadin û têkoşîna xwe mezintir dikin. Ev êrişên we ne bi ciwanan, ne bi jinan ne jî bi gelê Kurd paşve gav nade avêtin. Ev êriş berxwedan û têkoşîna ciwanên ku xwe li ser bingeha demokrasiyê rêxsitin dikin, xurt dike.”
 
Daxuyanî, bi dirûşmên “Bijî Serok Apo" û “Zextên we nikarin me têk bibin” bi dawî bû. 

Sernavên din

22/12/2025
11:20 Ji Amedsporê biryara Leyla Zanayê: Maça bi Igdirsporê re dê ji bo jinan bêpere be
10:38 Bi dîmenan bersiv dan wezareta ku îşkence red kir: Dev ji parastina faîlan berdin
09:50 Xwebûn bi manşeta ‘Daxwaz aştiyek bi rûmet e’ derket
09:36 Dosyaya ku DMME’yê ji ber ‘îşkenceyê’ Tirkiye mehkûm kiribû hate betalkirin
09:31 Piştî DAIŞ’ê Reqa: Yên ku wehşet dîtine bajêr bi rê ve dibin
09:14 'Ger hûn aştiyê bixwazin, divê hûn mafê hêviyê bi cî bînin'
09:13 Nobeta mexdûrên erdhejê ya li Enqereyê di tevahiya şevê de domiya
09:08 Li Rihayê di 21 mehan de tundî li hezar û 260 jinan û li 859 zarokan jî îstîsmara zayendî hat kirin
09:06 Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk mohra xwe li sala 2025’an da
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2025'AN
00:05 Şandeya Îmraliyê dê di 23'yê Kanûnê de bi Kurtulmuş û Tunç re bicive
21/12/2025
19:53 Şîna Servet Kartal ê HPG'î bi girseyî hat ziyaretkirin
19:29 Komeleya Lêkolînê ya Zanistên Civakî ya Kurdî kongreya xwe li darxist
19:00 Peyama Abdullah Ocalan ji bo kongreya ANKA-DER’ê: Bîranîna rastîn bilindkirina têkoşînê ye
17:50 Xwebûn di sala xwe ya 6'emîn de ye: Çapemeniya Kurdî ji her demê xurttir e
16:43 Xetereya li ser jiyana rojnameger Aykol didome
16:38 Li Girtîgeha Xarpêtê dijbariya pêvajoyê: Piştî her gavekî erênî bi îşkenceyê bersivê didin
16:23 Cenazeyê yaşar Demîr hate definkirin
16:05 Mexdûrên erdhejê li Enqereyê dest bi nobeta edaletê kir
15:50 'Avakirina zemîna hiqûqî ya pêvajoyê berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
14:56 Şîna Zîlan Yilmazê bi girseyî hate ziyaretkirin
14:47 Di hevdîtinên budçeyê de roja dawî: Divê zimanê cihêkar bê terikandin
14:43 Li Cûdî ‘tovên hêviyê’ hatin çandin: Aştî bi xwezayê re dibe
14:42 Mewlîda ji bo Işik ê HPG’î bi girseyî hate ziyaretkirin
13:30 Girtiyê siyasî Omer ê rejîma Îranê nehişt tedawî bibe jiyana xwe ji dest da
13:19 Rejîma Îranê ceza da çalakvanê Kurd Ebdulazade
13:08 Şerê Kamboçya û Taylandê bû sedema koçberiyeke mezin
13:00 Şandeya Îmraliyê dê sibe bi CHP û EMEP’ê re hevdîtinê bike
11:03 Gelo sedema şerên Rojhilata Navîn neşxeyên rêyên nû ne?
10:06 Hejmara 147’an a kovara Jinê derket
10:00 Ji bo bîranîna 23’yê Kanûnê ya li Parîsê amadekarî didomin
09:17 Li ser sînor navçeyekî qedexe: Di nexşeyê de heye, lê jiyan lê nîn e!
09:13 Ji bo bîranîna Rojîn Kabaîşê pêşbirka çîrokan: Serlêdan di 30'ê Çileyê de bi dawî dibin
09:12 Di vê dikanê de pere derbas nabe: Armanc bibîrxistina civaka komunê ye
09:11 Demîr ê DEM Partiyî jiyana xwe ji dest da
09:03 Welatên Skandînavyayê: Nenavendîbûn, serxwebûna darayî
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2025'AN
20/12/2025
22:29 Li Wanê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
20:45 Faîlê tacîzê Serdal Os hat girtin
18:22 Hevdîtina Şandeya Îmraliyê û TÎP'ê: Aştî ji bo azadî û demokrasiya şert e
17:01 Talebanî: Divê li Iraqê hikumeteke xurt bê avakirin
16:30 Li sê bajaran çalakî ji bo girtiyên nexweş
15:47 Êrişa li dijî Leyla Zanayê hat protestokirin
15:36 Akademîsyena heqaret li Kurdan kir serbest hat berdan
15:17 Rewşa rojnamevan Aykol wekî berê ye
15:11 Ji Îngilistanê mueyîde li ser fermandar û tabûrên Şara
14:44 Şandeya Îmraliyê bi AKP'ê re civiya: Aştî bê hiqûq nabe
14:07 Ji bo birayên Karabey, Haran û Bahçecî edalet
13:43 Dayikên Şemiyê li aqûbeta Aydogan ê ku 31 sal berê hat windakirin pirsîn
13:03 Sedat Işikê HPG'î hat bibîranîn
12:02 DYA’yê êriş bir ser zêdetirî 70 nuqteyên DAIŞ’ê
11:05 Li Cizîrê bersûcê êrişa zayendî ku hatibû berdan, dîsa hat binçavkirin
10:58 Deklarasyon: Em ê bajaran bi israra aştiyê ya jinan ava bikin
10:25 Xwebûn 6 salî ye: Em ê di her şert û mercî de rojnameya Kurdî bigihînin gel
10:15 Banga ji bo mîtînga 'Hêvî û Azadî'yê: Roj roja qîrîna azadiya Rêbertî ye
10:00 Spanya: Xweseriya bilind, feraseta karbidestiya eşkere, demokrasiya beşdar
09:11 Li dijî ekokujiyê dê li Cûdiyê 50 hezar darberû bên danîn
09:09 Navenda Stargehê ya Heranê bûye navenda girtinê
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2025'AN
19/12/2025
21:50 Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Di rêya heqîqetê de meşiyan
20:35 Rojnamevan Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Kobanê hatin bibîranîn
20:10 Rojnemevan Cîhan Berk hat girtin
17:22 Dermankirina rojnamevan Aykol didome
16:41 Arkaş: Divê derfetên hevdîtinê yên Abdullah Ocalan bên afirandin
15:52 Bozan: Girtîgeh bi hiqûqa dijmin nêzî girtî Îvrendî dibe
14:36 Taybet Înan û 29 kesên din ên hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn
14:20 Şîna Kaya bi girseyî hat ziyaretkirin
14:17 Ji bo rojnamevan Daştan mewlîd hat dayîn
13:21 'Em ê hesabê qetilkirina hevalên xwe bipirsin’
12:36 AKP’ê rapora xwe pêşkêşî Meclisê kir
12:05 Dîroka civîna Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê û TÎP’ê diyar bû
11:17 Li Cizîrê mamosteyê faîlê tacîzê hat binçavkirin
11:14 Welatiyên Farqînê: Azadiya Abdullah Ocalan azadiya gel e
10:54 Ji Komkujiya 19’ê Kanûnê heta niha tecrîd girantir bû
10:46 Li Mereşê birîna 47 salan: Bi komkujiyê re hevrû bibin
09:55 Derket holê ku li Cizîrê gelek xwendekar hatine tacîzkirin
09:54 Veysî Aktaş ji bo mitînga ‘Hêvî û Azadî’ banga tevlibûnê kir
09:32 Nûçegihanê PÎRHA’yê Cîhan Berk hate binçavkirin
09:31 Xizmên girtiyan: Hê jî girtiyên nexweş nehatine berdan, em ê çawa bawer bikin?
09:18 Li dijî 26 şîrketan operasyon: Gelek kes hatin binçavkirin
09:14 Swîsre: Rêgeza demokrasiya yekser esas e
09:12 Li bajarê ku 10 sal in di destê qeyûm de ye, pêvajoya jinûveavakirinê dest pê dike
09:11 Rûbarên Rûbarêşîn û Sergenê di hedefa HES'an de ne
09:02 Koma şanoya Kurdî Şanogel hat avakirin: Em dixwazin xwe bigihînin gel
09:00 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2025'AN
18/12/2025
16:53 Wezaretê piştî salek û nîvan biryara bultena sor a ji bo kujerê Kazanhan cîbicî kir
16:37 Rojnameger Aykol 2 meh in di beşa çavdêriya awarte de ye
16:36 Komîsyona Tespîtkirina Mûçeyê Kêmtirîn cara duyemîn civiya
16:20 Baroya Qersê giliyê bijîşka nîjadperest kir
15:50 Eyşe Şan li ser gora xwe hat bibîranîn
15:44 Platforma Rojnamegeran a Dêrsimê hat damezirandin
15:35 CHP’ê rapora xwe pêşkeşî Meclisê kir
15:25 Çetîn Arkaş: Heke aştî bibe divê hevrûbûn çêbibe
15:03 KESK: Kedkar vê budçeyê qebûl nakin
14:59 Dîroka hevdîtina Şandeya Îmraliyê û Ozel diyar bû
14:55 Endamê Meclisa Ciwanan ê DEM Partiyê hat revandin û îşkencekirin
14:29 Bijîşkekê heqaret li Kurdan kir: Bila mafên wan bên sînordarkirin û neyên xebitandin
13:45 Ahmet Turk bertek nîşanî Bursasporê da: Ev heqareteke li dijî hemû Kurdan e
13:31 Baroyan bertek nîşanî heqaretên li Leyla Zanayê hatine kirin dan
13:30 Dê wêneyên ku Nazim û Cîhanê kişandibûn bên pêşandan