HAtAY - Parlamenterê HDP’ê yê Hatayê Bariş Atay, ji bo gelê ew bitenê nehiştin spas kir.
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Hatayê Bariş Atay, di çarçoveya serlêdanan de, rêxistina HDP’a Îskendrunê ziyaret kir. Rêveberiyên HDP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) beşdarî serledana Atay bûn. Gelê Hatayê yê cara yekîn wekîlek ji Hatayê derxistin, bi gulan Atay pêşwazî kirin. Atay, ji bo gelê ku ew di pêvajoya hilbijartinê de bi tenê nehêla spasiyên xwe pêşkêş kirin û wiha axivî: “Parlamento ji bo çareser kirina pirsgirêkan amûreke. Çareseriya pirsgirêkan, di têkoşînek bi hêzre derbas dibe.”
Atay piştî axaftinê bi gel re sohbet kir û guhdarî gel kir.