NAVEND NÛÇEYAN - Xwendekarê 21 salî Alîşan Taburoglu yê li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyê dimîne, nameyek şand û got: “Ji ber ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya derbarê perwerda bê pere bûm de, bi hinceta beşdarî çalakiyê bûyîn doz derbarê min de vekirin û bêyî ku min bibin dadgehê 21 sal cezayê girtîgehê li min birîn.”
Xwendekarên Zanîngeha Akdenîzê Alîşan Taburoglu (21) ê li Girtîgeha Tîpa T a Burhaniyê dimîne, derbarê cezayên ji bo wî hatin dayîn nameyek şand. Taburoglu, di nameya şand de wiha got: “Ez di 30’ê Îlona 2016’an de hatim girtin. Ji berk u beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî perwerda bê pere û çalakiyam bûm de, bi hincet beşdarî çalakiyan bûyîn doz derbarê min de hat vekirin.”
Di heman demê de ji 20’an zêdetir doz derbarê min de hatine vekirin.”
Tabiroglu, di dewama nameya xwe de wiha pê de çû: “Dîsan ji 20’an zêdetir dozên derbarê min de hatin vekirin hene. Hin ji wan li Dadgeha Bilindin û hinek jî di pêvajoya darizandinê dene. Bi awayekê fîzîkî tenê beşdarî çend dosyeyan bûme. Lê di piraniya dosyeyan de min rûyê dadger jî nedîtin û bêyî bibînim derbarê min de biryarên girtîgehê dan. Beşdarbûna SEGBÎS’ê gerfî min kirin. Şandeyên dadgehan bi awayekê bêhiqûqî ez darizandim û derbarê min de 21 sal cezayê girtîgehê birîn. Ez 21 salîme û 21 sal cezayê girtîgehê li min birîn.”
Taburoglu di nameyê de bal kişand ser rewaş xwe û wiha bi dawî kir: “Rewşa min tenê mînaka kesekê ye. Bi sedan, heya bi hezaran mirov gazincên xwe ji bo bê edaletiya heyî tînin ziman û ez vê rastiyê baş dizanim. Ger ev bê edaletî bê teşhîr kirin, gelê me van bê mafiyan bizane, rexne bike û bixe rojevê, dê ev hemû pirsgirêk çareser bibin.”