RIHA - Li Rihayê cerdevan Muslum Toraman û kurên wî, bi li taxa Çerxê bi Ahmed, Murat û Salîh Bogakça yên birayên hev re nîqaş kirin û kuştin. Hat diyar kirin ku rewşa yek ji birayan Îmam Bogaakça girane.
Li Taxa Çerxê ya navçeya Eyyûbiye ya Rihayê, Muxtarê Taxa Hêcek a navçeya Pirsûsê, cerdevan Muslum Toraman û 2 kurên wî yên cerdevan, ên li taxa Çerxê zevî kirê kiribûn, bi hinceta avdaniyê bi birayên Bogaakça yên ji goma Golcuk a Taxa Eskîce ku wan jî li herêmê zevî kirê kiribûn re nîqaş kirin. Nîqaş duh di saetên şevê de dest pê kir, di demek kin de veguherî şerê bi çek. Murat, Îmam, Salîh û Ahmet ên di êrîşa cerdevanan de birîndar bûn, rakirin nexweşxaneyên cuda yên Rihayê. 3 birayên hev Ahmed, Salîh û Murat Bogaakça yên rakirin nexweşxanê jiyana xwe ji dest dan û rîska jiyana Îmam ê bi giranî birîndar bû jî, berdewam dike.