HATAY / RIHA - Li Hatay û Rihayê îro di serdegirtinên malan de 2 kes bi hinceta parvekirinên medya civakî hatin binçavkirin.
Li navçeya Îskenderun a Hatayê, serê sibê di serdegirtina malê de Mervan Ala hat binçavkirin. Hat diyar kirin ku Ala yê bi hinceta parvekirina medya civakî bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” hat binçavkirin, li Midûryeta Polîsan a Navçeyê tê girtin.
KESEK LI RIHAYÊ JÎ HAT BINÇAVKIRIN
Polîsan di saetên serê sibê de, bi ser mala Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Eyyûbîyê Omer Bozdal de girtin û binçav kirin. Hat diyar kirin ku Bozdal bi hinceta parvekirinên medya civakê hat binçavkirin. Polîsan piştî lêgerîna malê Bozdal birin Midûryeta Polîsan a Rihayê.